Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa ewlehiya deverên sînorî tundtir bûye û Sipaha Pasdaran di piraniyan gundan de bargehên leşkerî danîn e

18:41 - 25 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Sipaha Pasdar ên rejîma Îslamî ya Îranê li gundê Tûe Sûrana deverê Merîwanê, daxwaz ji xelkê kirine ku bibin endamê Sipaha han û tifeng rakin, lê ew daxwaze ji aliyê xelkê ve hat retkirin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanemdia, Sipaha Pasdar ên rejîma Îslamî ya Îranê li gundê Tûe Sûrana deverê Serşêwa bajarê Merîwanê, daxwaz ji ciwan û xelkê gund kirine ku bi cihê ewê ku biçine serbaziyê, di vê Sipahê de bibine endam û çekê rakin.
Hemwelatiyeke gundê han bi malpera Kurdistanmedia ragihand: Ew daxwaza Sipaha Pasdaran ji aliyê xelkê gundê Tûe Sûranve hatiye retkirin û neçûne jêr daxwaza nebaşa Sipaha Pasdaran û gotin e em tûcar bi dijî gelê xwe çekê narakin.
Heyameke Sipaha Pasdaran li piraniya gundên Kurdistanê û bi taybet deverên sînorî bargehên leşkerî dadine û bi wî awayî xelkê çekdar dike.
Çeko Rehîmî endamê Komîteya Navendî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di vê pêwendiyê de bi malpera Kurdistanmedia ragihenad: Qahîmkirina sînoran û çekdarkirina xelkê di deveran de ji aliyê Sipaha Pasdaran ve tûştekî nû nine û rejîm li çendîn qonaxan de ew pirogirame taqî kiriye.

Rehîmî serbarî emaje bi sê qonaxên çekdarîkirina xelkê ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve, got: Rejîm di qonaxa yekem de bi navê Pêşmergê Misilman ew siyasete girtiye pêş û piştre li serdemê şerê 8 saliya Îran û Îraq ku xebata çekdarî bi hêz bû, ketiye sozdan bi xelkê ku eger bibin e besîc an tifengê rakin ewa li xizmeta serbaziya wan kêm dibe û a niha jî Sipaha Pasdarên rejîm bi danîna serbazê mehelî hewl bo çekdarkirina xelkê dide.
Navbirî herwisa got: Rejîm bi navê parastina bajar û gundan ve xelkê ber bi tifeng hilgirtinê han dide, lê di rastî de armanca serekî a rejîm binpêkirina her awayek hereketa xelkê ku bo xwe jî pêşbînî dike.
Endamê Komîteya Navendî ya PDKÎ derheq bi vê qonaxa niha ya siyaseta rejîm ji berî çekdarkirina xelkê Kurdistanê sebarî amaje bi gelaleya çendîn saliya rejîm bo sepandina hejmûna leşkeriya xwe bi ser deverê de got: Rejîm paş ewê ku xebata xelkê Kurdistanê ji haletê çekdariyê hate derê û pitir haletê sivîlî bixwe girt, destelatdariya tepesekirina xwe bi dasepandin dizanî û bi çêkirina hêz û aliyîbûmî û xincebûmî, xwasta beşek ji sînorên Kurdistana Îraq û Îranê paş raperînê bêxe jêr konterol û çavdêriya xwe.
Rehîmî got: Sala 1387\'a Rojî kesek bi navê Sedar Mihemed Elî Ceiferî fermandê giştî yê Sipaha Pasdar ên rejîma Îslamî ya Îranê gelaleyek bi navê Teimîna Sînoran daye Xamineyî û paş teqezkirin ji aliyê Xamineyî fermansê giştî yê hêzên çekdaran ve, xwast sînoran konterol bike û pîşiya kar û kasibiya xelkê li sînoran û bi soza wan pêş ji hatina dest û pêwendiyên dijminên xwe bigrin û her bo ewê di vê serdemê de bûdceyek bi qasê 3 hezar û 400 milyon Tûmen bo cîbicîkirina gelala han terxan kiribû.

Rejîma Îslamî ya Îranê bi hemû awayek bo sepandina destelatdariya xwe weke danîna binkê leşkerîm, çêkirina rê û banan li ser hemû sînorên Kurdistanê, danîna burceka çavedêrî, lêdana kanal, danîna dîwarê bitûna bi bilndahiya 4 mêtir û zêdetir jî, mefah werdigirin.
Tundkirina rewşa sînoran û bi taybet sînorên Kurdistana Îranê tevî Turkiyê û Herêma Kurdistanê di demekê de tê gorê ku Muhsên Rizayî yek ji damezrênerên Sipaha pasdarên, ragihandibû ku leşkera 30 hezar kesî ya taybet bi parêzgeha Sine ava bike. Ew lêkdana Muhsên Rizayî paş hilbijartina serkomarê nû yê Îranê. Hesen Rûhanî hate gorê.
Di heman demê de qasê bûdica hêzên çekdar û ewlehî yên rejîma Îranê bo sala 1393\'a Rojî bi rêjeyeke berçav zêde kiriye û di hember de bûdceya avedanî û omraniya parêzgehên Kurdakincî yên Îranê kêm kiriye.