Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa ferşçiyên parêzgeha Urmiyê dijwar e

11:30 - 1 Çirriya paşîn 2021

Rewşa karê raçandina ferşan di parêzgeha Urmiyê de gelek dijwar e û bi sedema nebûna bûdce û herwisa bilindbûna nirxa hewcehiyên raçandina ferşan di reweşeke xirab de ne.

Pêka amarên rejîmê 50 hezar ferşçî li parêzgeha Urmiyê nehatine bîmekirin û bi sedema bilindbûna nirxa hewcehiyên raçandina ferşan rewşa kesên ku wan ferşan bi destên xwe radiçînin dijwar e û rejîma Îranê ti alîkariyekê bo wan nade û bi sedema siyasetên çewt ên rejîmê bazara firotina ferşên bi dest rastî şikestê hatiye.

Piraniya kargehên raçandina ferşan standard nînin û xelk bi sedema hejariyê neçar mane bi pereyekî kêm di wan kargehan de kar bikin an her bi xwe ferşan raçînin.

Pêka amarên nûçegihaniya “ILNA” ya girêdayê rejîma Îranê, 224 yekeyên berhemanîna ferşên bi dest û kargehên navmalan ên raçandina ferşan di parêzgeha Urmiyê de hene ku kar bo 72 hezar kesan dabîn kiriye lê bi tenê 12 hezar kes ji wan bîme hene.

Bi sedema dijwariyên raçandina ferşên bi dest hewceye ku kesên ku ferşan radiçînin bêne bîmekirin. Raçandina ferşan tevî kêmbûna dahata wê, metirsiyên micid li ser tendirustiya ferşçiyan hene û divê ew bêne bîmekirin.

Piraniya kesên ku karê raşandina ferşan dikin zarok û nûgihan in û di wan kargehan de rastî çendîn pirsgirên tenduristiyê wekî pirsgirêkên çav, dest, nefeskêşan û tenduristiya giştî tên.