Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa gola Urmiyê gelek xirabtir ji berê ye

13:23 - 29 Nîsan 2022

Gola “Urmiyê” di rewşek gelek xirab deye û bi sedema kêm avî û kêmbûna rêjeya barîna baranê di îsal de û kêmbûna herikîna avê ji çeman, 66cm ji asta ava gola “Urmiyê” daketiye.

Bêavî û kêmbûna rêjeya barîna baranê di îsal de bandorek nerênî li ser rewşa gola “Urmiyê” daniye û di vê derheqê de Cihgirê Teknîkî yê Parastina Jîngeha Parêzgeha Urmiyê “Hucet Cebarî” di vê derheqê de gotiye: “Di salên derbasbûyî de rewşa gola Urmiyê ber bi başiyê ve diçû, lê îsal bi sedema kêmbûna rêjeya barîna baranê û nebûna ava hewce, carek din rewşa gola Urmiyê xirabtir bûye û eger rewşa bêaviyê berdewam be dê beşa başûra gola Urmiyê bi tevawî zuha bibe.”

Herwisa navbirî di gotinên xwe de das ji kêmbûna berfirehiya ava gola Urmiyê kiribû, ku bi berevird digel sala derbasbûyî 1015 kîlometrên 2cî berfirehiya vê golê kêm bûye.

Gola Urmiyê giringiyek taybet di Rojhilata Kurdistanê de heye lê bi sedema pirojeyên nezanistî û nestandard û çewitên rejîma Îranê û neşiyan û guhnedana karbidestan rejîma Îranê û çaresernekirina pirisgirêkên wê golê,  bûne sedem ku gola Urmiyê roj bi roj ber bi zuha bûnê ve here.

Zuhabûna gola Urmiyê dê paşhatên bêveger ên gelek metisîdar ên wekî jinavçûna jîngeh û werzêrî li çendîn parêzgehan li pey xwe bîne.