Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa jiyana xelkê berketiyê erdhejê dijware

12:08 - 8 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Rewşa jiyana berketiyên erdhejan di Îranê de bi taybet di parêzgehên Tewrêz û Kirmaşanê de dijwar e.

Pêka nûçeyên belavbûyî, berketiyên erdhej ên dordorên bajarê “Miyane” ya ser bi parêzgeha Tewrêzê, bi taybet berketiyên erdhejê di gundê “Werenekêş”a dervera “Tirkemançay” di demsala sir û seqemê de rastî pirsgirêkên dijwar hatine.

Rejîma Îranê bê berçavgirtina rewşa heva ku, niha 6 heya 10 pileya daketiye xwarê, û xelk rastî nexweşiyên corbicor hatine, barîna berfek giran di deverên bilind yên parêzgeha Tewrêzê de, bûye gef ji ser canê xelkê berketiyên erdhejê, ku ji piraniya hewceyiyan di demsala sirê de bêparin.

Piraniya hewceyiyên wan ji aliyê berpirsên rejîmê ve hatine piştguh xistin, di demek de ku bajarê Miyanê yekek ji sartirîn bajarên Îranê ye ku qasa sir û seqem a wê deverê zêdetir ji deverên dinê ye.

Herwisa di parêzgeha Kirmaşanê de jî, xelkên berketiyê erdhejê rastî pirsgirêkên dijwar hatine, hewcehiyên wan nehatine berçavgirtinê, û heya niha jî di kanêksan de dijîn.

Piştguh xistina pirsgirêkên xelkê û dabîn nekirina hewceyiyên lezgîn di dema sirê de, ji aliyê berpirsên girêdayê wan parêzgehan ve, bûye sedem ku sir û seqema niha bibe gef li ser can û tenduristiya wan kesan.