Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa jiyana xelkê bi taybet kedkaran di Îranê nebaşe

13:15 - 29 Tebax 2021

Rewşa Jiyana xelkê Îranê bi sedema bêkarî, bilindbûna nirxan û hejarî di rewşeke nebaş de ye bitaybet qata kedkaran di rewşek nebaş dene.

Bilindbûna nirxan , bêkarî û hejarî yekek ji wan kirîzane ye ku xelkê Rojhelatê Kurdistan û Îranê tûş bûne û bûye gefe li ser jiyana wan û di vê halê de beşek hene ku karê wan he ye lê bi heyameke zêde ye ku ti mûçeyek wernegirtine û rojane nûçeyên xwenîşandanên nerizayetiyê wan têne belavkirin lê disa hêj ti pirsgirêkeke wan çareser nebûye.

Pêka girte vîdiyoyekê belav bûyî, di roja Şemî 6ê Xermananê de kedkarên bajarvaniya  bajarê “Omîdiye” yê ser bi Parêzgeha “Xûzistan”ê li ber deriyê Fermandariya wî bajarî kom bûne û nerizayetiya xwe nîşan dane û bi bilindkirina pilakardan nerizayetiya xwe li derheq wernegirtina mûçeyên xwe ku çend meh in paş ketiye nerizayetî nîşan dane.

Yekek ji wan kedkaran zaroka xwe ya nesax jî digel xwe biribû, û digot ku ez nikarim xerca dermanê wê bidim û ez şerim dikim bi destên betal herme malê û ti kesek jî nîne ku dengê me bibhîze.

Rejîma Îranê ti girîngiyekê bi rewşa jiyana xelkê bi taybet kedkaran nade.