Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa jiyana xelkê Îranê roj bi rojê dijvartir dibe

13:14 - 7 Gulan 2020

Bi gelek sedeman ku rewşa jiyana xelkê Îranê dijvar bû,  mixabin îro rojê hindî pê diçe, jiyan tal û dijvartir dibe û çi hiviye namîne bo berdewamiya jiyanê.

Niha li piraniya Bajaran û li seranserî Îranê de, kite çawkaniya peyda kirina Nanê rojane, geryan di nava Satilên kirs û keval deye, yan xazokiye, yan dizî û karê ne jêhatiyê mirovane, bê guman ev rewşa pir cihê dilgiraniyê li herêmên Netewên bê maf û bindest de çend qat zêdetire.

Hekî heya midehekê berî niha piraniya xelkê li jêr hêla jarî û nedariyê de bûn, hekî piraniya xelkê bêkar û bê dahat bûn, hekî bihatiya bazarê givaş xistibû ser wan, piştî belavbûna Vîrûsa Korona yê, rewş çen beramber dijvartir bû.

Rejîmê çi alîkariyeke xelkê nekir û ewa pitir ji 2 mehane nikarin derkevin û kar bikin, lewma kite rêka ku bo parek ji xelkê Îranê mabe, geryan bi dû xwaribên berma di nava Satilên zibl û kirs û keval deye.

Bi taybetî belengaz û birsî zêdetir diçne ser Satlên zibil yê ber derên Axund û deshilatdarên rejîmê ku mana xwe di birsî kirina xelkê Îranê de dibînin.