Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa kolanên gund û bajarên parêzgehên Kurdistanê nebaşin

10:48 - 9 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Rewşa xirab a kolanên gund û bajarên parêzgehên Kurdistanê ne başin û berpirsên pêwendîdar bi wê beşê jî ti hewlekî nadin û bi wê sedemê xelkê neraziyên xwe nîşan dane.

Kolanên piraniya gund û bajarên parêzgeha Urmiyê di rewşeke gelek xirab de ne, golanên gundên devera Soma û Biradost a ser bi bajarê Urmiyê, di rewşeke gelek xirab de ne.

Di wê demsala sir û seqamê de ku, befir û baran dibare, piştî barîna befirê, rewşa kolanên wan gundan bi awayekî xirab dibine herî û talçiq, û her ev pirsgirêke wisa kiriye ku xelkê wî deverê nerizayetiyên xwe nîşan bidin.

Herwisa rewşa kolanên şehreka Seba ya ser bi bajarê Mihabadê jî, gelek xirabin û herrî û talçiq jiyana xelkê di nav kolanên wê şarekê de tal kiriye.

Xelkê wê şehrekê bi vê sedemê û nebûna xizmetguzarî û li dijî berpirsên pêwendîdar neraziyên xwe nîşan dane.

Ji aliyekê din ve jî, ji şehreka pişt heyva sor a ser bi bajarê Rewanserê jî, eve heyama du roje li hebûna berqê bê parin û du roje berqa wan hatiye qutkirin, û xelkê wê şehrekê dane zanîn ku, di wê sir û seqamê de û rewşa nebaş ya kolanan, berq hatiye qutkirin, û jiyana me tal bûye.

Navendên alîkarî û xizmetguzarî yên rejîmê ji bo hewcehiyên destpêkî yên xelkê Kurdistanê ti hewlekê nadin.