Hevdem digel bilind bûna amara Koronayê di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de Seroka Komîteya Tenduristiya Şêwreya bajarê Tehranê “Nahîd Xudakeremî” rewşa goristana “Bihişta Zehra”yê li bajarê Tehranê bi metirsîdar binav kiriye.
“Nahîd Xudakeremî” tevî îşarekirin bi vê yekê ku nexwşxane ji nexweşên Koronayê tejî bûne got: “ rewşek wiha heta niha neqewimîbû bi awayekî ku rojê 400 kes di vê goristanê de bi axê dispêrin û rêjeya fermanberan jî du qat zêde bûye.”
Ew amarane di halekê de belav dibin ku amarên serast ên canjidestdanên bi sedema Koronayê aliyê kêm çend qat zêdetir ji amarên fermî yên rejîma Îranê tê berwirdkirin.
Herwisa nexwşxaneya “Qemer ê Benî Haşêm” li bajarê Tehranê ji nexweşên Koronayê tejî bûye û ti cihek bo nexweşan nû nemayê û nexwş neçarin li ber deriyê nexwşxanê di maşînên xwe bimînin û perestar di maşînên wan de seromên wan lêdidin û pêre digihîjin.