Rewşa Koronayê di Îranê de awirte ye û rojane amara pêketiyan bilid dibe û çend bajar jî di yên ku rewşa sor de ne zêde dibin.
Belavbûna vîrûsa “Omîkron”ê di Îranê de roj bi roj ber bi rewşek awirte ve diçe, pêka amarên belavbûyî di 24 demjimêrên derbasbûyî de 64 kesan canê xwe ji dest dane û 23 hezar pêketiyên nû jî hatine tomarkirin.
Herwisa rewşa bajaran jî, di heyama 24 demjimêran de ji 77 bajarên sor bû bi 120 bajar ku eva derxerê lezgîniya belavbûna vîrûsa “Omîkron”ê ye.
Di vê derheqê de Endama Komîteya Zanista lihemberderketina Koronayê di Îranê de “Mînû Muherêz” gotiye: “Rêjeya pêketiyên Omîkronê gelek bi lezgînî ve pêşve diçe û ger bi vî awayî be heta du heftiyên din emê ber bi mencek metirsîdar ve herin.”
Herwisa navbirî ragihand ku rêjeya razandinê ji %60 zêde bûye.
Herwisa Fermandê Stada Pêşîgirtin ji Koronayê li bajarê “Tehran”ê “Elîriza Zalî” ragihandiye ku di vê mencê de rêjeya pêketina zarokan jî, ji %60 zêde bûye.
Di vê rewşa awirte û metirsîdar de heta niha ji aliyê navendên pêwendîdar yên ser bi rejîma Îranê ve ti sînordarkirinek bi fermî nehatiye ragihandin.