Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa Koronayê di Îranê de roj bi rojê metirsîdartir dibe

12:58 - 15 Nîsan 2021

Korona li Îran û Rojhelatê Kurdistanê, li rengê sor a Koronayê ve ber bi rengê reş ve diçe û amara mirin û pêketiyan, çendîn qat bilind bûye û di her 5 xulekan de kesek canê xwe ji dest dide û li her 3 çirkeyan de jî kesek tûşî koronayê dibe.

Pêka dawî amaran li 24 demjimêrên derbasbûyî di Îranê de, 25 hezar û 582 kes tûşî koronayê bûne û 304 kesan jî canê xwe ji destdane, rewş  gelek metirsîdare û bûye gefeke micit li ser canê xelkê û karbidestên rejîmê jî ti hewlekê naden haya ku wê rewşa xirab çareser bikin û heya niha ti rêkarek bona dabîn kirina vaksena Koronaye jî negirtine ber xwe.

Li wê derheqê de Serokê beşa nexweşiyên eltihabî li nexwşxaneya “Mesîh Danşwerî” daye zanîn ku, hekî rewşa Koronayê herwiha berdewam be, haya dawiya 6 mehên destpêkî yên sala 1401an nikarîn vaksînekirina xelkê bi dawî bînîn.

Amara mirinê bi qasekî zêdeye ku di piraniya bajaran de, şevane bi awayê nihênî û veşartî ve termê kesên ku bûne qurbanî bi axê dispêrin.