Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa Koronayê di Îranê de roj bi rojê xirabtir dibe

12:46 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2021

Korona di Îran û Rojhilatê Kurdistanê de ber bi menca pêncem ve diçe û di parek ji parêzgeh û bajaran de jî menca pêncem a “Dêlta Korona” ku curek din ji vîrûsa Koronayê ye û hêza belavbûna wê 140 qat ji curên dinê zêdetir e, belav bûye.

Endamê Hey`eta Zanstî ya Zankoya Zanista Pizîşkî a bajarê Tehranê, Dr.”Mihemedriza Salihî” daye zanîn, “menca pêncem di Îranê de belav bûye û ew mence ji carên berê metirsîdartir e û ger hatinûçûna hevwelatiyan neyên sînordarkirin û protokolên hewce yên tendirustî neyên berçavgirtin û rewş dê xirabtir be û hevwelatî bi awayekî berfireh tûşî wê vîrûsa Koronaya nû a bi navê “Dêlta”yê bibin”.

Rewşa piraniya bajarên Îranê awirte ye û 120 bajar di Îran û Rojhilatê Kurdistanê de sor in û 182 bajarên din jî rengê wan narincî ye û nemaze rewşa parêzgeha “Sîstan û Belûçistan”ê awirte ye.

Pêka amarên Wezareta Tenduridtiya rejîma Îranê, ji roja 7 û 8`ê Pûşperê ve, zêdetir ji  23 hezar û 319 pêketiyên nû hatine tomarkirin û zêdetir ji 136 kesan canê xwe ji dest dane.

Xelkê Îranê bi zehmet têne vaksînakirin û gelek xelk neçar in yan di nav bazarên reş de vaksena Koronayê bikirin yan jî, bo lêdana vaksena Koronayê ber bi Ermenistanê ve herin.