Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa Koronayê li bajar û Parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê Awarte ye

13:37 - 7 Tebax 2021

Zêdebûna rêjeya rewşa sor a bajar û parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê  bi sedema belavbûna lezgîn a vîrûsa Koronayê rewşeke metirsîdar afirandiye û roj bi roj rêjeya canjidestdanan zêdetir dibe.

Roja Şemî 16`ê Gelawêjê, berdevkê Wezareta Tenduristî yê rejîma Îranê gotiye, zêdebûna lezgîn a rêjeya razandina nexweşên Koronayê li Îranê, di heftiya duyemîn a meha Tebaxê de berdewame û ev rêjeye ji menca çaremîn a Koronayê gelek zêdetir e.

Pêka amarên rejîma Îranê  li Parêzgeha Sinê de rewşa bajarên “Sine, Seqiz, Merîwan, Bîcar û Qurv” yê sor e û bajarên “Dîwanderê, Dêhgulan û Kamiyaran”ê di rewşa zer a Koronayê de ne.

Herwisa li Parêzgeha Kirmaşanê de bajarên “Pawe, Kengawer, Şabat, Serpila Zehaw, Sunqur û Kulyayî, Kirmaşan, Giyelan, Sehne û Ciwanro” di rewşa sor de ne û bajarên “Selasa Bawecanî, Dalaho û Qesrê Şîrîn”ê di rewşa zer a koronayê de ne.

Di parêzgeha Xuzistanê de rêjeya canjidestdan a bi sedema Koronayê %77  zêde bûye  û hejmara razandinanê jî  %60 zêdetir bûye, û nexweşxaneyên Xuzistanê tijî bûne.

Pêka amarên rejîmê, parêzgehên Mazenderan, Îlam, Gulistan, Gîlan û Bûşehrê zêdetirîn rêjeya razandina pêketiyên koronayê hene.

Amarên serast ên tûşbûn, razandin û canjidestdanên bi sedema Koronayê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gelek zêdetir ji wan amarne ne û nexweşxane tejî bûne.