
Kurdistanmedia: Saziya Lêborîn a Navneteweyî a Mafê Mirovan daye xuyakirin, ku rewşa mafê mirovan di Îranê de gihîştiye noqta kirîzê.
Li gorî raporta ku Saziya Lêborîn a navneteweyî a Mafê Mirovan belav kiriye, rejîma Îranê bi awayê xweser, çalakvanên mafê mirovan yên di Îranê de destbiser dike, û wê Saziyê bi rengekî tund berpirsên rejîma Îranê rexne kirin.
Piştî wê ku “ Cawîd Rehman” rêportêrê taybet bi mafê mirovan derheq karûberên Îranê, di Saziya NY de hate hilbijartin, daxwazkir da ku serdana welatê Îranê bike û derheq rewşa mafê mirovan di wî welatî de raportekê amade bike.
Rêportêrên taybet yên mafê mirovan yên di saziya NY de, di heyama salên vê dawiyî de bi berdewamî tekezkirine ku, mafê mirovan di Îranê de, ji aliyê karbidestên vê rejîmê ve tê binpêkirin.
Li gorî raportên van rêportêrane, amara kesên hatinî îdamkirin di Îranê de, ber bi zêdebûnê diçe, û azadiya gotinê zêdetir hatiye qutkirin û serkutkirina rojnamevan û çalakvanên medenî jî di Îranê de zêde kiriye.
Ji aliyekî din ve, mafê girtiyên siyasî û ayînî,, mafê netewe û olên kêm û herwisa mafê jinan, berdewam ji aliyê karbidestên rejîma Îranê ve hatiye binpêkirin.
Karbidestên rejîma Îslamî a Îranê, derheq bi destnîşankirina rêportêrê taybet yê derheq rewşa mafê mirovan di Îranê de, bi rengekî tund rexne kir û digel rêportêrên taybet yên saziya NY de hevkariyê nakin.