
Kurdistanmedia: Şeş mehan piştî biryara “Donald Trump” derheq vekişiyana ji Bercemê, gera duyem a tehrîman ku bi “tehrîmên herî giran” naskirî ye, dest pê kiriye, û rewşa rejîmê ji pêştir aloztir kiriye.
Gera duyem a tehrîmên Amerîkayê li dijî Komara Îslamî ku di nîveşeva Yekşemiyê rêkefta 13`ê Xezelwerê bi dema Waşingtonê çûne qonaxa cîbicîkirinê, pêk hatine ji pîşesaziya neft, gemîvanî, xizmetên bîme, beşa enerjî û danûstandinên bankî.
“Donald Trump” di vê derheqê de ragehand: “Ew tehrîmane ku wekî tehrîma duyem jî hatine binavkirin, gelek giran in, ew dorpêç, dorpêçên herî tund in, ku heya niha me cîbicî kirine, û em dibînin ku çi rû dide, rewşa rejîma Tehranê baş nine”.
Hevdem “Mike Pompeo” Wezîrê Derve yê Amerîkayê di gotûbêjekê de digel “Fox News”ê ragehand: “Em di hewl de ne, ku digel piştevanîkirin ji xelkê Îranê ku hêjayî jiyaneke baş in, Komara Îslamî neçar bikin dest ji siyaseta têkderane bikêşe, eva armanca me ye, û erk û wezîfeyek e ku ji aliyê serok ve bi me hatiye dan”.
Gotiye jî: “Ev gera tehrîman pişta rejîmê dişkîne, heya ku bi vî awayî nekare, ku piştevanî ji terorîzmê bike, heya niha me kariye rêjeya hinardekirina nefta wê bo 1 milyonî di rojekê de kêm bikin, ji niha şûnda kêmtir jî dibe, û bi baweriya me, hemû cîhan ji vê rastiyê hesiyane, ku bi sedema siyasetên me, ne tenê reh û rîşeya vegeşiyana terorîzmê ji aliyê Komara Îslamî ve hişik dibe, derfeteke baş jî bo xelkê Îran pêk tîne, da ku wan guherînên ku dixwazin encam bidin”.
“Mike Pompeo” di “twitt”ekê de jî, bi boneya 39.mîn salvegera dagîrkirina balyozxaneya Amerîkayê ji aliyê tundajoyên ser bi rejîmê li Tehranê ragehand ku bîranîna bidîlgirtina 50 kes ji hevkarên me, bo heyama 444 rojan, me pêdagirtir dike li ser berdewamiya me, bona vê ku rjîma Îranê bêxin qedeman.
Destpêka gera duyem a tehrîman, komek dijkiryar lê ketine, ku bi kurtî bi vî awayî ne: “Avigdor Lieberman” Wezîrê Derve yê Bergirî ya Îsraîlê di “twitt”ekê de destxweşî ji serokê Amerîkayê kiriye, û gotiye: “Ev karê rêzdar “Donald Trump” derbekî giran li Komara Îslamî dide”.
Hesen Rohanî serkomarê rejîmê jî di civînekê de li Werzareta Aborî de gotiye: “Bi şanazî ve em tehrîman dişkînin”! Gotiye jî: “Tehrîm alîkar bûn bo bazara sermaye”.