
Pêka wêne û dîmenên belav bûyî rê, kolan û şeqamên bajarê “Urmiye”, gund û deverên derdora wî bajarî, di rewşek gelek xerab dane û ev yek bûye astegî û berbestek micid li hemberî jiyan û karûbarên xelkê.
Li nav bajarê Urmiyê bixwe de jî, rêyên bajêrgehên wekî “Şahîd,Şehriyar, Îslamabad, Kuştarga, Xanege,Badikiya, Abyarî û … hwd”, di rewşek gelek xerab dene û di demên barîna befir û baranê de, di wan deveran de hatinûçûn gelek bi dijwar dibe.
Herwisa rêyên devera “Mirgewer,Tirgewer, Soma û Biradost” jî, di rewşek nebaş dene, û ew her sê dever bi sedema hebûna cihên geştiyarî û seyrangehan, xelkek zêde serdan dike lê, rejîma Îranê û navendên peywendîdar ti pêngavekê bona çareserkirina wan pirsigirêkên ku berahîka xelkê girtine nahavêjin.
Xerabbûn û nestandarbûna wan rêyan, tevî gihandina zirarên canî ji welatiyan re, bûye sedema zirarên malî yên zêde bo ser alavên veguhasta welatiyan jî.