
Kurdistanmedia: Rêyên parêzgeha Urmiyî ji ber xemsariyên berprisên rejîmê, cihê baweriyî nînin.
Li parêzgeha Urmiyî û gellek bajarên din yên Kurdistanê, rêyên hatûçûnê yên dinavbera parêzgehên sînorî û gundan de, rwşa wan xirabe, û ev rewşa bi sebeba xemsariyên berprisên rejîmê û herwisa cudahî danîna rejîmê di nav bajarên Kurd lê akincîne, û ev rewşa dibe sebeba çêbûna qezayên tirafîkê û can jidest dana hevwelatiyan di wan rêyan de.
Rêyên di navbera bajarên wekî Şino, Urmiye, Tikab, û herwisa bajarên sînorî yên din, wekî rêyên metrsîdar tên hesabkirin ku,rastî nerazîbûna xelkên wan deveran dibin, û ev rewşa jî, ji ber xemsarî û guhnedana berpirsên rejîmê yên di herêmê de ye.
Parêzgeha Urmiyê xwediyî şonwareke dîrokiye ku, hinek ji wan şonwaran ji aliyê mîrata cîhanî giringiyeke taybet pê didin hatiye dan, û rejîm jî tu çareseriyekê bo wan rêyan nabîne.
Di heyama 40 salên temênê rejîma hov û dijî mirovî de, tenê hewla ku derheq çareseiyên wan rêyan de encam daye, tijîkirina çalên di nav rêyan de bûye, ev jî tenê bo heyamekê bûye.
Li gorî amaran bi sedema rewşa xirab a rêyên di navbera bajarên sînorî de, salane hevwelatî rastî qezayên trafîkê dibin û canê xwe ji dest didin.