
Kurdistanmedia: Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş ku niha di girtîgeha Edîrneyê girtî ye, navbirî daye zanîn ku rewşa wî ya tendursitiyê nebaş e.
Selahedîn Demîrtaş, bi rêka parêzerên xwe ji rojnameya Evrensel ya Tirkîyê re behsa tenduristîya xwe û sîyaseta HDPê kiriye.
Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş ji rojnameyeke Tirkî re daye zanîn û eşkere kir ku, rewş wî ya tenduristiyê nebaş e û diyar kir ku êşa li ser singa wî carnan dubare dibe û bêhna wî jî teng dibe.
Herwiha Hevserokê berê yê HDPê daye zanîn ku wî bi xwe nexwastîye nûçeya nexweşîya wî zû bigihe HDPê û gotîye, ji ber ku di girtîgehê de gelek kes ji wî nexweştir hene ji ber wê jî wîjdana wî qebûl nekirîye nexweşîya xwe bixe rojeva Partîyê.
Navbirî daye zanîn ku, tenduristîya min zêde baş nîne, û Demîrtaş banga HDPê ya bo hilbijartinên pêşwext jî wekî, gaveke rast binav kir û got ku niha jî dema wê ye ku HDP amadekariyên xwe bike û çawaniya bername û tifaqên ku dê pêk bîne diyar bike û got, “Li hember faşîzmê divê li her derê têkoşîn bê birêxistinkirin.”
Hefteya borî, Demîrtaş di girtîgehê de nexweş ketibû û li ser hişê xwe çûbû, piştî hefteyekê ew biribûn nexweşxanê û dîsa vegerandibûn girtîgehê.
Hevjîna wî, Başak Demîrtaş jî, piştî pê re hevdîtin kiribû, gotibû, Selahedîn ji ber tiştên ku diqewimin, gelekî xemgîn û bihêrs e.
Selahedîn Demîrtaş payîza sala 2016`an bi tohmeta endamtîya yek ji Partiyên Kurd ên Opozisiyon ên hikûmeta Tirkiyê hatibû girtin û ji wê demê ve heya niha, di girtîgeha bajarê Edîrneyê ya Tirkîyê de ye.