
Qurbaniyekî mînê yê bi navê “Ebdullah Serefraz” ku bi sedema teqîna mineke rejîma Îranê birîndar bibû bo nexweşxaneyek li bajarê Urmiyê hatiye veguhastin
Ew welatiyê Kurd ku temenê wî 22 Sal e û xelkê gundê “Tuwe” yê ser bi bajarê Serdeştê ye, bi sedema teqîna mîneke rejîma Îranê bi dijwarî birîndar bibû û bona çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Urmiyê hatiye veguhastin û pêka gotina duktoran, rewşa tendirustiya wî welatiyê Kurd xirab e û niha li beşa “ICU”ê de hatitye razandin.
“Ebdullah Serefraz” li 22ê Banemerê li nêzî gundên “Binew Xelef û Tuwe”yê bi sedema teqîna mineke rejîama Îranê bi dijwarî birîndar bibû û li destpêkê de bona çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Serdeştê hatibû veguhastin.
Teqîna min bûye sedem ku dest û pê, demûçav û zikê “Ebdullah Serefraz” bi dijwarî birîndar bibe. Ew welatiyê Kurd bona çêrandina ajelên xwe rastî teqîna mîneke rejîma Îranê hatibû.
Rejîma Îranê bi mînrêjkirian piraniya deverên li navbera Rojhilat, Başûr û Bakûrê Kurdistanê bûye sedem ku xelkê wan deveran bi taybet xwediyên ajelan tûşî teqîna wan mînan bibin ku xisarên giran ên canî û malî li pey xwe anîne.