
Li rêkevta 28ê Banemerê du penaberên siyasiyên kurd ên bi navên “Bêhzad (Mihemed) Mehmudî” xelkê bajarê “Bokan”ê û “Ferdîn Giramî” xelkê bajarê “Nexedê” li ber deriyê ofîsa Nûneratiya Saziya Netewên Yekgirtî li bajarê Hewlêrê mangirtibûn.
Di vê mangirtinê de “Bêhzad Mehmudî” bi sedema wê yekê ku ji aliyê wê Saziyê ve bersiva wî nehatibûdan, agir berdaye cestê xwe.
Ew du penaberên siyasî ku li ber deriyê ofîsa Saziya Netewên yekgirtî li bajarê Hewlêrê bi sedema wê yekê ku ji aliyê wê rêkxiravê ve bersiva wan nedabûn, wan jî man girtibûn û bi nûçegihanan ragihandibûn ku dîsa jî bersiva wan nehatiye dan.
“Bêhzad” piştî agirberdan bi cestê xwe, bi rêjeya %90 şewitiye û bo nexweşxaneya “Îmêrcênsî” li bajarê Hewlêrê hate veguhastin.
Rewşa tenduristiya navbirî nebaş hatiye ragihandin
“Bêhzad Mehmudî û Ferdîn Giramî” her du endamên rêkxistina Xebat a Kurdistana Îranê ne.