Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa xirab a kolanên gund û bajarokên bajarê Urmiyê her dom heye

10:58 - 14 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Rewşa xirab a kolanên gund û bajarokên bajarê Urmiyê ku heyameke her dom heye û navendên pêwendîdar ên rejîmê jî ti fikrekê bo wê pirsgirêkê nakin.

Kolanên gund û bajarokên bajarê Urmiyê di rewşeke herî xirab dane û eve jî bûye pirsgirêkeke mezin bo xelkê wî bajarî û nerizayetiyên xwe nîşan dane.

Piştî kolandina cihê boriyên gazê di gelek gundên ser bi bajarê Urmiyê de, herwisa bi cih hêlane û pir nekirine û eve jî bûye cihê nerizayetiya xelkê wan gundan.

Di gundê Welindeya xwarê a girêdayê bajrê Urmiyê û gundê Nêçela a ser bi devera Soma û Biradostê de, piştî kolandina cihê boriya gazê, ew kolanane her wekî xwe bi cih hêlane û eve jî pirsgirêkeke mezin bo xelkê wan gundan çê kiriye.

Herwisa kolanên gundê Balayê jî, rewşa wan gelek xirabin û di dema barîna befir û baranê de hemû dibe talçiq û herrî, welatiyê wî gundî jî nerizayetiyên xwe nîşan dane.

Heya niha rewşa kolanên çindîn gund û bajarokên bajarê Urmiyê di asteke herî xirab de bûne û welatiyan jî çendîn caran nerizayetiyên xwe nîşan dane lê ti berpirseke rejîmê guh nade arîşeyên xelkê.