Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa xirab a riyan xelk bêzar kiriye

17:23 - 28 Adar 2019

Kurdistanmedia: Rewşa xirab a riyan tevî bûyerên xwezayî, xelkê bajarên derdora parêzgeha Kirmaşanê bi taybet Selasa Bawecanî bêzarkiriye û nerazîbûna xelkê deverê li pey xwe aniye.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê,  li bajarê Selasa Bawecanî, di kurte vîdyoyekê de, xelkê Selasa Bawecanî nerazîbnûa xwe li hemberî rewşa xirab a riyên wî bajarî û  herwisa gazinde li neberpirsbûn û xemsariya rejîmê  di vê derheqê de nîşan dane.

Di vê kurte vîdyoyê de, rewşa riyên di navbera Selasa Bawecanî bo Şêxsile û Êzgile nîşan dide, ku ev nizîkî du salane di vê rewşa xirab de ye û karbidestên rejîmê yên di vî bajarî de tu hewlek bi  çareserkirina rewşa xirab a wan riyan nedane.

Di heyamên borî de, piştî rabûna lehiyî di nav bajarên Îran û Kurdistanê xelkê bajarê Selasa Bawecanî tevî rewşa nibicî a xwe bi awayekî xwebexş dest dabûne bi komkirina alîkariyan bo xelkê ku zirar berketî, û xwe hevxemê birînên vê xelkê nîşan dan.

Herwisa çend roja berî niha,  mezin û rêberê Yarsanan li Rojhilata Kurdistanê, di nivîsekê de, daxwaz ji xelk û bi taybet pêrewa ola Yarsan kiribû da ku, bi hawara xelkê lê qewmî yê parêzgeha Gulistanê biçin.