Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa xwendinê di Sîstan û Belûçistanê de gelek xirabe

11:56 - 22 Çirriya pêşîn 2021

Gorî wan amarên ku ji aliyê rejîmê ve têne belavkirin û wan Vîdeo û dîmenên ku li torên civakî belav dibin, Hezaran Zarok li Sîstan û Belûçistanê ji xwendinê bêparin.

Mihemed riza Seyfî berpirsê geşepêdana dadweriya di perwerda Eşîran de ragihandiye: Parêzgehên bêpare wekî Sîstan û Belûçisatanê de, çi derfetek li çi varekê de bo xwendinê nemaye.

Li sedan Gundan de Qutabxane çinînin, hekî hebin jî pê Hesîr û telîs û Tenîkan çêkirine.

Piştî Koronayê ku xwendin bû Onlayîn û xwendivanan hewcehî bi hêla Înternêtê û Aipat û Guşiyên zîrek hebûn da ku bikarin bixwînin, li  piraniya herêm û gundên Sîstan û Belûçistanê ne hêla Înternêtê heye, ne bi hegera belengaziyê Zarokan emrazên Zîrek hene ku bikarin bixwînin.

Li wa herêman de xwendin bi temamî nemaye û hekî cihekê jî Zarok bixwazin bixwînin, hebxwe li xêvet yan keprê telîs de devra hev kom dibin bi navê xwendin û çuna qutabxanê.

Rejîma dijîgeliye Îranê rewşa xwendinê û jiyana piraniya xelkê welat û bi taybetî nawçên netewên bê maf pişt guhê xwe ve havêtine.

Gorî amarên rejîmê tenê bo xwendina Îsal 30 hezar Zarokan li Belûçistanê navê xwe nivîsibûn da ku biçne qutabxanê, heya niha jî xi xwendinê bê par mane û dehan hezar qutabiyên dinê jî ku berê dixwendin, ji xwendinê bêpar mane.