
Xwendingehên parêzgeha Luristanê nêzî %60 hewcehî bi avedankirineke nû hene û berpirsên rejîmê jî di vê derheqê de ti bûdceyeke diyarîkirî dabîn nakin.
Roja Duşemî, 7ê Îlonê, Berpirsê Perwerde û hînkarî yê bajarê Birûcêrdê, “Mihemed Mêhrefzûn” di civînekê de daye zanîn, ku lehiyên sala 1398an derbe bi xwendingehên wî bajarê daye û piraniya yekeyên perwede û îdarî yên me hewcehî bi nûjenkirinê hene.
Navbirî got: “%60 a xwendingehên me qahîmiya hewce tininin û xwendingehên nû jî bi sedema lehiyan derbe pêketiye, û em hemû hewlên xwe didin ku bûdceykî wergirin mixabin berpirsên servetir guh nadin me”.
Herwisa navbirî ragihand ku piraniya xwendingehên bajarê Birûcêrdê hewceyî bi Îzogamkirinê hene û pêka nêzîkbûna demsala baranbarînê, me hewcehiyekî lezgîn bi dabînkirina wan îzogaman heye lê bo me nehtiye dabînkirin.
Herwisa Wezîrê Perwerde û hînkarî yê rejîma Îranê, “Mihemed Bethayî” dabû xuya, ku %50 a xwendingehên Îranê bona wanegotinê nabin û jêrxana wan xirab in.