Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêxistina Hevbeş ya Hêzên Kurdistanî li Biljîkê êrîşa PKK bo ser PDKÎ şermezar kir

20:43 - 28 Gulan 2015

Kurdistan Media: Rêxistina Hevbeş ya Hêzên Kurdistanî li Biljîkê ku ji 7 partiyên kurdî pêk tê, li daxuyaniyekê de êrîşa PKK bo ser PDKÎ şermezar kir û da zanîn ku ji bilî dujmin, tu kes fêde û qazancê ji vê aoziyê nake.

Deqa daxuyaniyê bi vî awayî ye :

Xelkê xebatkar ên Kurdistanê!
Sazî û partiyên siyasî yên Kurdistanê !
Birêz Serokatiya Herêma Kurdistanê,
Parleman û Dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê!

Em weke rêxistina Hevbeş a Hêzên Kurdistanî li Beljîka hatin agahdarkirin ku dîsan destê xedr û malwêraniyê singê gelê kurd girt û dîsan dijminên gel, dest dan ajawe çêkirin û dubendî afirandinê di navbera hêzên Kurdî de û şereke malwêranker ê kurdkujiyê bo kurdan hate sazkirin.
Sibêdeya roja şemî 24/05/2015’an, gerîlayên PKK’ê li ser sînorê navbera Rojhilat û Başûra Kurdistanê de êrîş kirin ser komek ji Pêşmergeyên PDKÎ û mixabin di vê êrîşê de Pêşmergeyekî PDKÎ bi navê Qadir Kerîmî şehîd bû û 3 pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

Em ligel şermezarkirina vî şerî, hevxemiya xwe ligel PDKÎ û malbata şehîd Qadir Kerîmî didin xuyakirin û hêviya tenduristiya bilez bo birîndaran dikin. Em daxwaz dikin ku bilez ev şerê malwêranker bê sekinandin ku ji xeynî qezenc gihandin bi dijmin û neyarên kurd, tu fêdeyek bo çi alî û partiyeke siyasî ya Kurdî nîne.
Herwiha pêwîst e bi hûrî lêkolîn li ser biryarder û sedemên hildana vî şerê birakujiyê bo xelkê Kurdistanê û raya giştî bê eşkerekirin. Em daxwaz dikin ev pirsgirêk bi rêya gotûbêjan bên çareserkirin.

Rêxistina Hevbeş a Hêzên Kurdistanî li Beljîka

Navçeya beljîka ya Partiya Demokrat a Kurdistanê
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê
Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê
Partiya Demokrata Kurdistanê –Sûriye
Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriye
Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd
Komîteya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê - Beljîk