Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêxistina lêborîn a navdewletî: Givaş bo ser xwendekaran di Îranê de zêde kiriye

22:16 - 4 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Rêxistina lêborîn a navdewletî di raportekê de tepesekirina xwendekaran li zanîngehên Îranê ji aliyê berpirsan û navenda ewlehî yên rejîm ve mehkûm dikeyîn.

Li gor raporta nûçegihaniyên navdewletî, rêxistina lêborîn a navdewletî di raportekê de binpêkirina azadiya xwendekaran li zanîngehên Îranê, derkirin û zîndanîkirina xwendekaran û cudahbîran, ferq û cudahiya regeza dijî jinan, ferq û cudahiya kêmaniya oliyan, bas kiriye.

Ew raporta bervara 2’ê Hezîran a 2014’an, lê jêr navê “Derkirin, zîndanîkirin, tepesekirin û bêdengîkirina xwendekaran li Îranê” bilav kiriye, bi hûrî li ser tepesekirina berbilav a xwendekaran, tuêja xwendewarî li sîstema xwendina bilin a rejîma Îranê û bi xasmanî heraseta zanîngehan weke alîkariya Îtilata rejîm, bas kiriye.

“Bi îslamkirina keş û ewaha xwendinê li zanîngehan, reşkirina bandorên Rojava û sîkolar û istêre kirina xwendekaran” beşek bin ji bas kirina raporta rêxistina lêborîn a navdewletî bû ku pêk anîbûn.