
Rêxistina Tendirustî a Cîhanî ji bo berengarbûna digel vîrûsa Koronayê, li seranserê cîhanê rewşa awarte ragihand.
Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî derbarê belavbûna vîrûsa Koronayê daxuyaniyek belav kir û ji bo berengarbûna digel wê vîrusê, rewşa awarte ya navdewletî ragihand.
Herwiha li gor Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî heta niha li derveyî Çînê ti kes ji ber vîrusa Koronayê nemiriye ku ew vîrûs li 23 welatan belav bûye.
Komîteya Rewşa Bilez a Rêxistina Tenduristiya Cîhanî li ser belavbûna vîrusa Koronayê li bajarê Jinêva Sûîsê kom bû.
Tedros Adhanom, Rêveberrê Giştî yê Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî, di konferansa rojnamevaniyê de, biryara wê rêxistinê ya rewşa awarte ya navdewletî ragihand.
Navbrî got, ku sedema wê biryara wan, ne xebata li Çînê ye li dijî wê vîrûsê û got ku sedema sereke, lawazbûna rewşa tendirustî ya li welatên dine ye.
Bi belawbûna bi leze vîrusa Koronayê ku ji welatê Çînê peyda bû, hejmara wan kesên ku ev Vîrusa girtine, gihaye 8 hezar kesan ku pitir ji 170 kesî bi vê sedemê canê xwe ji dest dane.
Her di vê derheqê de, Serokê Navenda Birêveber a nexweşiyên jihevgirtin a Wezareta Tendirustî a rejîma Îranê daye zanîn, ku 6 nexweşiyên berbişik bi Vîrûsa Kironayê di Îranê de hatine peydakirin.