Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêxistinên Ciwanan ên Kurdistana Rojhelatê: Konferansa Ciwanên her çar parên Kurdistanê nayê lidarxisitn

20:04 - 28 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Rêxistinên Ciwanan ên Kurdistana Îranê derheq birêve neçûna Konferansa ciwanan yên çar parên Kurdistanê daxuyaniyek bilavkirin.


Deqa ragehandina Ciwanên Rojhelatê ku di malpera Yeketiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê Îranê de hatiye bilavkirinm bi vî awayê ye:


Ragehandina lêjneya Rojhelatê, li hember bi rêve neçûna çaremîn konferansa neteweyî a Ciwanên çar parêçeyên Kurdistanê

Xelkên nîştimanperwer ên Kurdistanê!
Ciwanên bi hest û xweragir!
Saziyên taybet bi lawên çar parên Kurdistanê!

Em rêxistinên Ciwanên Kurdistana Rojhelatê di vê rêyê de radigehînin ku bi sedema hejmarek arîşe ku li jêr ve emê amajê bidenê, dawîn konferansa neteweyî a ciwanên çar parçên Kurdistanê ku erkê lidarxistina konferansa çarem a ciwanên her çar perçeyên Kurdistanê li situyê ciwanên Rojhilatê Kurdistanê de ye û nêzîk bi 6 mehe ku ew lêjneye di hewla rêxistin û amadekariyê da ye, nayê lidarxistin.
Di vir de emê amajekekî biçûk bi armancên konferansê û sedemên bi rêve neçûna dawîn konferansê bixne ber dîda xweneran:

Gelo konferansa neteweyî a ciwanan hewlek bû bo bihêzkirin û rêxistina armancên ciwanan, an pirojeyekî nezok bû ku her di destpêkê de bi armancên taybet yên hinek aliyan hate gorê?

Bi rêve birina yekemîn konferansa neteweyî a lawan li Bakûrê Kurdistanê bi bê pişikdariya rêxistinên ciwanên Kurdistana Rojhelatê bûye delîvek bo ji dayîkbûna konferansek ku bibê hebûna çendîn aliyê diyar di rêxistinên ciwanan derfetek bû bo hewlên xwe sepandina aliyên ser bi PKK, lê beşdariya rêxistinên ciwanên Rojhelatê di konferansa duyem û alîkarî ligel saziyên din ên parên Kurdistanê heya astekî zor hawsengî pêk anî û hewla xwesepandina bi ser karûbarê konferansa neteweyî a ciwanan lawaz kir û karûbarê konferansa duyem, heta satekî bi başî di rasteya armanên rastîn yên xwe de bi rêve çû.

Di konferansa sêyem de, ber belaviya saziyên Rojava û zalbûna hêjmûniya rêzistinên ser bi PKK di Rojava de, konferansa sêyem kire du par ku yek ji wan li Rojava û ên din li kempa penaberên Rojava di kempa Domîz de bi rêve çû, pişkek ji sedemên parbûnê dizivre bo aliyê ser bi PKK û ji aliyek din jî xemsariya beşek ji rêxistinên ciwanên Kurdistana Başûrê.

Di vir de delîvek bo parvekirin hatiye kirin û ew hewlene bo nezokkirina konferansa çarem a neteweyî a ciwanan xweş bû, lewma di destpêka birêve birina karê lêjneya amadekarî ku li gor biryara konferansa sêyem ku di xala (26) de amaje bi vê yekê hetiye kirin ku konferansa çarem, erkê amadekarî û lidarxistina konferansê di sala 2014’an de, li situyê rêxistinên ciwanan ên Rojhelata Kurdistanê ye û ew cih û dema birêve birina konferansê eşkere dikin.

Saziyên Ciwanan ên Rojhelata Kurdistanê jî, di dawiya sala 2013’an de, yekem konferansa ciwanên Rojhelatê lidarxist û di vê konferansê de amadekariya “Konferansa çerem a neteweyî a ciwanên çar parên Kurdistanê” hat gengeşe kirin û li gor xalek ku di biryarnameya dawiya vê konferansê de hatibû, konferansa ciwanên Rojhelatê bi yek dengî xwazyarane di sala nû de çaremîn konferansa lawên çar parên Kurdistanê bi beşdariya hemû aliyan bi rêve biçe û her kes û aliyek hewla bi rê derxistina vê konferansê bide, tê protesto kirin.
Di yekemîn konferana lawên Rojhelatê de, lêjneya hevahengî a rêxistinên ciwanên Rojhelatê hat lidarxistin û piştre lêjneya han serdana piraniya saziyên ciwanan ên her çar parên Kurdistanê kir û di encama serdana wan de jî li simînara amadekarî bo konferansê di destpêka meha Gulana 2014’an de ku di Silêmaniyê de bi rêve çû, bi hemû rêxistinên ciwanan ên çar parçên Kurdistanê hat îlan kirin û aliyan jî ra û bûçnên xwe anîne ziman û di vê simînarê de biryara girtina konferansê di meha Hezîrana 2014’an de, li bajarê Helebça şehîd hate ber bas û pejirandin.

Hêjayê gotinê ye ku heta niha piştî çendîn civînan tevî ciwanên PKK, tu bersivek ji aliyê vê saziyê ve ne bi lêjna Bakûr û ne bi lêjna Rojhelatê hate dayîn.

Paş demekê û di dawî civînê de lîjneya amadekar ya konferansê a her çar parçeyên kurdistanê bona çareserkirina ew asteng û pirsgirêkan û dawî hewla wan bo beşdariya rêxistinan, dîsan tu bersivek nehat dayîn, lê ewa cihê heyrîmanê ye, piştewaniya saziyên Azadî ya ciwanan ji ciwanên ser bi PKK’ê û asteng çêkirin bo bi rêve nçûna konferansê bû.

Peşdarî nekirina saziyêna PKK vedigere bo wê hizra “ sedî sed ” a wê rêxistinê, ew e jî di demekê de bû ku siyaseta xwe ya dewleta kurdî guherîn bo siyaseta nevxweyî di Tirkiyê de.

Ligel lîjneya Başûr bo lihevkirin û çêkirina hevdengiyê ku mixabin ji aliyê serokê lîjneyê ve “rêxistina ser bi YNK” bi xemsariyek zor ve ligel lîjneya Rojhelat kar hat kirin û biryarên lîjneya Başûr jî girêdayî bi PKKê di bakurê Kurdistanê de bû.

Bi vî awayî hewildan bo bi rêve çûna konferansa netewî a ciwanan bi beşdarînekirina saziyên ciwanên ser bi PKK û hejmarek ji aliyên nêzîk bi PKK di “Başûr” de, bê encam ma û xeyalên ciwanên kurdistanê bo gihîştin bi armancên xwe di wê konferansê de cîbibî nebûn û hewceye em di dawiyê de sipasiya hemû ew alî û saziyên ku piştewanî û alîgiriya xwe bo lîjneya Rojhelat anîn ziman û xwe li hember erkê netewî û welatparêziyê de, xwe berpirsyar dizanin û bi hemû awayî halîkariya lîjneya ciwanên rojhelat kirine, bikin


Peyva dawî a wê daxuyaniyê ewa ye ku biryar û helwestên aliyên Rojhelata Kurdistanê, ku di dawî civîna xwe de biryara wê yekê dabûn ku yek helwêstî û yek dengiya saziya xurtên Rojhelata Kurdistanê biparêzin û amade ninin ku konferans û kongire yan her mijarek neteweyî a her çar parçên Kurdistanê bêy pişikdariya piraniya aliyên Rojhelatê bi fermî nas bikin û tu aliyek jî nikare bi navê Rojhelat we yek alî biryarê bide.

Her weke berê jî lêjneya Rojhelat dabû xuya kirin ku, pêka biryara semînara amadekar a konferansê ku bi beşdariya piraniya saziyên lawan yên her çar parçê Kurdistanê bi rêve çûbû û di encama wê semînarê de hin biryar hatin pejrandin, ew tekez li ser wan biryaran dikin û pêwe pabend in. Yek ji wan biryaran ewa bû ku heyva Hezîrana 2014’an, ew konferans bi rêve biçe û li egera bi rêve neçûna wê di dema diyarî kirî de, tev saziyên Rojhelatê ku erkê wan rêkxistin û birêvebirina çaremîn konferansa ciawanan e, ragehandine ku êdî ew konferansê lidar naxin.

Herwisan sedemên bi encam negehîştina tekoşînên lêjneya berêveber a saziyên lawên Rojhelat û ew astengên li ser rêya birêve neçûyîna konferansê dê ji bo raya giştî bidin xuya kirin. Ku di serî de me îşare bi hin ji wan sedeman kir.

Em weke saziyên lawên Kurdistana Rojhelat, hêvî dixwazin ku di paşerojê de, tev saziyên Lawên Kurd di her parçeyeke Kurdistanê de, bi dûr ji demargirjî û berjewendiyên rêxistinî û hêjmûnxwaziyê, bêne ser wê baweriyê ku di wan cure harîkariyane de, tenê berjewendiya Kurd bi giştî berçav bigrin. Bi hizr û bîr kirinek han rê ji bo harîkariya bi kom û hevpar re, xweş bikin. Ewa hizrek e ku lawên Rojhelat bi hest bi berpirsayetî û welatparêzî we, pêrewiyê jê dikin.

Bijî Kurd
Bijî Kurdistan
Lêjneya Amadekarî bo Çaremîn Konferansa Neteweyî a Ciwanên har çar parçeyên Kurdistanê
25’ê Hezîrana 2014’an a Zayînî
4’ê Pûşpera 1393’an a Rojî