Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêya navdewletî ya geliyê “Sûlê” ya Urmiyê bo xelkê rêyekî metirsîdar e

12:00 - 3 Kanûna Paşîn 2021

Di devera “Soma û Biradost” a ser bi bajarê Urmiyê rêya navdewletî “Geliyê Sûlê” hilkevtiye ku ew rê bûye cihek bo rûdaw û karesatan û canjidestdana welatiyan.

Welatî bas ji vê yekê dikin ku ev rê bi sedema vê ku ji aliyê rejîmê ve nayê nûjenkirin salane maşînên geştiyaran, mînîbûs û bi dehan cureyên din ên maşînan rastî bûyeran dibin û ajotvan canê xwe ji dest didin.

Ew rêye “gardrêyl” nîne, û pir kevin e û rêya wê jî tejî çal in.

Li gorî gotina welatiyan di vê deverê de heya niha cend caran bi awayê nivîsîn daxwaz ji rejîmê kirine ku pirsgirêkên wê rêyê çareser bikin, lê ti aliye pêwendîdar bersivdar nebûye.

Salane dehan welatî di Kurdistanê de bi sedema nesitandardbûna wan rêyan bi bûyerên hatinûçûnê canê xwe ji dest didin yan jî birîndar dibin.