Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêyên bajar û gundên Kurdistanê di rewşek xirab de ne

17:53 - 29 Adar 2021

Li devera “Silîwana” ya ser bi bajarê Urmiyê rêyên gundên wekî “Rajan bo Dizeya Mirgewer” di rewşek xirab de ye û heta niha çendîn bûyerên hatin û çûnê di wê rêyê de hatine rûdan.

Di wê rêyê de bi sedema xirabiya rêyan rewşek metirsîdar çêbûye ku dibe sedema rûdawên hatin û çûnê.

Heyama çendîn salan e ku karbidestên rejîmê soza çêkirina wan rêyan dane, lê wekî tev sozên wan yên din nehatine cîbibîkirin.

Rêyên Kurdistaanê bi sedema xirabiyan û tengbûna rêyan û herwisa hebûna cihên metirsîdar rojane xelkek zêde tûşê rêdawan dibin û rastî xisarên canî û malî dibin.