
Pêka nûçeyên gehiştî bi malpera “Kurdistanmediya”yê rêya navbera gundên “Delo û Derbend” yên girêdayî bi Parêzgeha “Urmiyê” di rewşek nebaş debne û ev du gund ji wê rewşê nerazîne.
Herwis wê çavkaniyê bas ji vê yekê dike ku bi sedema xirabiya ew rêyan heta niha çend caran bûyerên hatûçûnê qewimîne û welatî rastî ziraran hatine.
Herwisa di dema barîna befir û baranê de jî bi sedema xakîbûna wê rêkê ku dibe herî, astengiyan bo hatûçûna welatiyan afirîne.
Rêya navbera du gundan hatûçûnek zêde lisere, û heta niha rûniştiyên ew du gundan çendîn caran li navendên pêwendîdar şikayet tomarkirine, lê ew pirisgirêka wan çare nekirine.
Lewma bi wê sedemê welatî neçarin ku bi hevkariya hev û bi alavên xwe ew pirisgirêkê çare dikin.