Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêyên piraniya deverên Rojhilatê Kurdistanê hatine qutkirin

11:43 - 8 Şibat 2020

Bi hegera barîna befreke giran li Rojhilatê Kurdistanê, rêyên hatoçû yên sedan gundên Rojhilatê Kurdisatanê hatine qutkirin û gelek pirsgirêk bo xelkê afirandiye.

Li deverên ser bi bajarên Selmas, Xoy, Makû, Urmiye, Pîranşehr, Serdeşt û zaf cihên din, bi hegera barîna befrekî giran, astengî li ser rêya hatoçûyê bo gundan hatine pêş.

Tîmên hawarhatin ên rejîmê jî, ti girîngiyekê nadine wan deveran û rêyên wan deveran nevekin.

Rejîmê jiyana xelkê piştguh xistiye û ti emirazekî wekirina rêyan dabîn nake.

Li zaf cihan û nemaze xelkê Kurdistanê ku çi çavnihêriyek ji xizmetguzariyên rejîmê nînin, her bixwe bi merikan rêyan divekin.

Di zaf gundan de, xelk bi zehmet dikarin hewcehiyên rojaneye yên xwe dabîn bikin û yan hekî nesaxek hebin gelek zehmet dikarin bigehînine navendên dermanî.