Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêyên Rojhilatê Kurdistanê dîsa canê welatiyan kire qurbanî

12:58 - 3 Çirriya paşîn 2021

Rêyên Rojhilatê kurdistanê bûne gef bo ser canê welatiyan û rojane bi dehan kes di wan rêyan de canê xwe ji dest didin yan jî bi dijwarî birîndar dibin an rastî xisarên zêde yên malî tên.

Rêyên Rojhilatê Kurdistanê bi sedema rewşa xirab û nestandarbûna wan rojane canê xelkê dike qurbanî, şeva derbasbûyî carek din li rêya di navbera bajarê “Seqiz û Dîwandere”yê de rûdawek qewimî û bû sedema canjidestdana 2 welatiyan û birîndarbûna 17 kesan û rewşa 3 kes ji birîndarbûyan jî nebaş hatiye ragihandin.

Rêyên Rojhilatê kurdistanê bi cadeyên mirinê hatine naskirin û rojane nûçeyên bûyerên hatûçûnê û can ji deastdana welatiyan di wan rêyan de têne bihîstin. Herwisa rêya navbera “Mirgewer” û bajarê “Şino”yê di rewşe xirab de ye bi başî ne panatiya rêyan standard e û ne qirtava vê başe, û hêma û nîşandekên trafîkî li ser wan rêyan tinînin û rê tejî çale û kor in.  

Piraniya rêyên bajar û gundên Rojhelatê Kurdistanê bi wî awayîne û rejîma Îranê ti hewelkê bo çareserkirina ew pirisgirêkê nadin.