Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêz ji wan endamên PDKÎ ku zêdetir ji 20 salan xizmet kirine hate girtin

17:13 - 21 Nîsan 2022

Dezgeha Rêkxistina Giştî ya PDKÎ, rêûresmek bo rêzgirtin ji enamên Aşkira yên PDKÎ li Cêjnîkanê lidar xist û di vê rêûresmê de rêz ji xizmeta bê rawestan ya 20 salaneya wan bo Hizb û gel hate girtin.

Ev rêûresmê bi beşdariya beşek ji endamên rêberî, kadir, pêşmerge, malbat û endamên aşkira yên PDKÎ bi rê ve çû.

Rêûresim bi sirûda netewiya “Ey Reqîb” û xulekek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqijê şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pêkir.

Piştre ji aliyê Berpirsa Teşkîlata Aşkira ya Komîteya Cêjnîkanê “Nesrîn Babekirzade Eqdem” bixêrhatina beşdarbûyên rêûresmê kir.

Piştre Berpirsê Teşkîlata Aşkira yê PDKÎ “Şehram Hemîdzade” gotarek li ser erk û rola endamên PDKÎyê pêşkêş kir.

Berpirsê Teşkîlata Aşkira yê PDKÎ “Şehram Hemîdzade” di gotinên xwe de bas ji girîngiya karê rêkxistin û hewl û tekoşîna endamên PDKÎyê kir.

Di beşek din a vê rêûresmê de, ji aliyê Rêkxistina Giştî ya PDKÎ ve ji wan endamên ku 20 salan wekî endamê aşkira yê PDKÎyê di hewl û tekoşînê de bûne, bi pêşkêşkirina lewhey rêzgirtinê ji wan endaman rêz hate girtin.

Ji aliyê endamê Desteya Kargêrî yê PDKÎ “Kerîm Perwîzî” xelata rêzgirtin bi “Şewbû Emînî, Efser Ehmedî û Kale Mihemedzade” re hate pêşkêşkirin.

Herwisa ji aliyê endamê Navenda Siyasî yê PDKÎ “Rehîm Mengurî” ve xelata rêzgirtin bi “Amîne Îqtidar, Menije Îsapûr û Azer Kurdî” re hate pêşkêşkirin.

herwisa ji aliyê endamê Navenda Siyasî yê PDKÎ “Qasim Keleşî” ve jî xelata rêzgirtin bi “Hoziye Ezîzî, Zekiye Sidqî û Nermîn Xizrî” re hate pêşkêşkirin.

Herwisa ji aliyê endamê Desteya Kargêrî yê PDKÎ “Tahir Mehmûdî” ve xelata rêzgirtinê bi “Mariya Qurbanî, Lezgîn Ezîzî û Şafiye Ebdî”yê re hate pêşkêşkirin.