Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêzbenda tawanên Komara Îslamî ya Îranê li hemberî PDKÎ hate nûkirin

17:50 - 10 Adar 2019

Xwînerên birêz ên "Kudistanmedia"yê!

 Heyamekê berî niha rêzbenda kadr û pêşmerge û endamên terorkirî ên bi destên Komara Îslamî di malpera "Kudistanmedia"yê hate belavkirin, ku çend organên PDKÎ amade kiribûn.

Her wê demê jî hate ragehandin ku ew rêzbend natewaw e û daxwaz ji hemû dilsojan hate kirin ku bona kêmkirina kêmasiyan alîkarî bin.

Di vê heyamê de çiqas têbînî li ser vê rêzbendê hebûne, organên pêywendîdar ên hizbê kom kirine, û ew rêzbend serûber kiriye.

Di vir de tevî destxweşîkirina ji wan kesên ku hevkarî digel me kirin, bo baştirkirina rêzbendê, em radigehînin ku niha jî bi bê kêmasî nîne, û em hêvî dikin ku rojekê em bikarin hemû tawanên destê Komara Îslamî bi tewahî tomar bikin û binivîsin, û tawanên rejîma deshilatdar  di Tehranê de, di nava bahoza dîrokê de winda nebin.

Bo dîtina rêzbendê vir bitikîne.

Bona dîtina şiroveya amarên kiryarên terorîstî  ên Komara Îslamî li hemberî PDKÎ vir bitikîne.