Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Riya sedan Gundên Parêzgeha Urmiyê girêdayî ne

11:21 - 13 Şibat 2020

Pêka wan zaniyarî û nûçeyên ku geheştine Tîşk Tv, bi hegera barîna Befreke zêde, Riya sedan Gundan ev çend roje herwisa girêdayî mane.

Herêma Şipîranê ku pêk hatiye ji dehan Gundan, girêdayî yê Bajarê Selmasê ye, hatûçun bi tewawî tunîne û hemi Riyên di navbera Gundên wê Dewerê û her wisa Riya serekeye wê dewerê bo bajarê Selmasê, herwisa girêdayî ne.

Bi hegera Barîna Befreke giran li Şipîranê û rabûna bager û kurofê, herwisa daketina pila Hewa bo nêzîkî 30 pile jêr Sifrê, gelek pirskirêk bo xelkê anîne pêş û jiyan dijvar kiriye.

Pêka nûşa gehîştî, ev çend roje, di Gundê Dêlezî ku nawenda Herêma Şipîranê ye, Riya wê hatiye girêdanê,  Berq, Av, Internêt, hemî qut bûne, bi taybetî ku Dêlezî Gundekî mezine û pêk hatiye pitir ji 500 malî, çend kes nesax hebûne , îmkana geheştina wan bo Selmasê ku serdana Duktor bikin, nebuye.

Rejîmê bi tewawî ew herêma piştguh xistiye, lewma xelkê herêmê hebxwe bi Merikan dest kirine wekirina Riyan.