Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Riya Şehîdan berdewame

19:10 - 25 Adar 2019

Kurdistanmedia: Bi boneya 10`ê Xakelêweyê salroja Şehîdên Kurdistanê, Dezgeha Rêkixistina Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, tirakt û postêrên taybet belav kir.

Şehîd kirina “Pêşewa Qazî Mihemed” û hevalên wî, li Befranbara 1325`an bi awayekî veşartî dest pê kir, û “Pêşewa Qazî Mihemed”, di dadgeha nimayêşî a serdemê rejîma Şah de, bi awayekî bivêrane berevanî ji xwe û komara Kurdistan û herwisa mafê neteweyî yê gelê xwe kir, û herçend ku karbidestên leşkerî yên dadgehê, hewldan da ku, Pêşewa Qazî Mihemed bi wê bîr û baweriya ku heye poşman bikin, lê Pêşewa Qazî Mihemed bi lêhatî û zanabûna xwe ev dadgeha nimayêşî şikest da.

Rêkefta 3`ê Rêbendana 1325`an “Pêşewa Qazî Mihemed û Seyf û Sedrî Qazî” ku, li dadgeheke rejîma Şah de, li ser wan de hatibû sepandin, li sibêdeya 10`ê Xakelêweya 1326`an (31`ê Adara 1947`an), avaker û serokê Komarê Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî, îdam kirin.

Piştî çendîn salan, roja 10`ê Xakelêweyê, ji aliyê PDKÎ, ew roja wekî roja Şehîdên Kurdistanê hatiye bi nav kirin.