Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Riza Melikzade: Me bi direngî xelk haydarê vîrûsa Koronayê kir

11:02 - 14 Adar 2020

Cihgirê Wezîrê Tenduristî yê rejîma Îranê îtiraf kir, ku me hatina vîrûsa Koronayê bi derengî zanî.

Cihgirekî Wezîrê Tenduristî a rejîma Îranê, “Riza Melikzade”di programeke televîziyonî a rajîma Îranê de baskir ku, berpirsên Îranê heya heyamekê vîrûsa Koronayê digel vîrûsa Anflowanzayê bi şaşî dihesibandin û bi hegera tinebûna zaniyariyan me hatina vîrûsa Koronayê dereng belavkir û me nedizanî ku ew vîrûs Korona ye.

Herwisa “Riza Melikzade” bas kir, ku daxwazên Wezareta Tendurist derheq kêmkirina hatûçûya esmanî bo welatê Çînê, ji aliyê rejîmê ve bi micid nehate wernegirtin.

Navbirî ew jî got ku, tevî vê ku Wezareta Tendirustî çendîn caran di kombûnan de bas kir ku pêşî ji wê vîrûsê û hatûçûya esmanî bigrin û ya rast ev e ku di dema xwe de me nekarî bi awayekî micid sînoran dabixin.

Rejîma Îranê bi hêcetên cor bi cor cehdê dike ku tawana kêmkarî a bi zanebûn ya belavbûna vîrûsa Korona di welatê Îranê de li ser xwe rake, lê eşkere ye ku rejîma Îranê bi bizanebûn bas ji hebûna wê vîrûsê nekiriye, da ku bikare ji tûşbûna xelkê Îranê bi vîrûsa Koronayê mifahên malî û siyasî werbigire.