Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Robert Malley: “Egera şikesta danûstandinên Viyenê gelek zêde ye”

18:25 - 26 Gulan 2022

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê li Karûbarên Îranê “Robert Malley” ragihandiye ku, egera serkevtina danûstandinên navkî yên Viyenê gelek kêmtir ji şikesta wan danûstandinan e, Washington amade ye ku dorpêçên li dijî rejîma Îranê dijwartir bike û eger danûstandin negihîştin ti encamekî, dê bersiva her cure dijayetiyeke Îranê digel Îsraîl û hevpeymanên Amerîkayê bide.

Herwisa “Robert Malley” li roja Çarşemî 25`ê Gulanê li civîna digel Komîteya Peywendiyên Derve ya Meclîsa “Sena” ya Amerîkayê got: “Heta niha danûstandinan ti encamek tunebûne û di baştirîn rewşê de jî egera rêkevtinek wiha, gelek kêm e”.

Pêka gotina “Robert Malley”, pêşveçûna bernameya navkî ya rejîma Îranê, ji dema ku Amerîka ji Bercamê derkevt niha gihîştiye astekî ku êdî ji kontrolê derkevtiye.

 “Robert Malley” tekezî kiriye ku, eger Îran daxwaziyên xwe yên derveyî Bercamê bidomîne, Amerîka dê berdewam wan red bike û ti rêkevtinek nayê kirin.

Navbirî îşare bi daxwaza rejîma Îranê bona derxistina navê Spaha Pasdaran a terorîst ji lîsteya girûpên terorîstî kiriye ku, Washingtonê heta niha ew daxwaz qebûl nekiriye.

Herwisa Nûnerê Taybet ê Amerîkayê li Karûbarê Îranê gotiye: “Dewleta Biden dorpêçên serdema serkomariya Donald Trump yên li dijî Îranê hilnaveşîne û tevî dorpêçên nû, digel hevpeymanên Amerîkayê li derheq rejîma Îranê hevahengiyek zêdetir heye.

Her di vê derheqê de, Birêveberê Ajansa Navneteweyî ya Vizeya Navkî gotiye: “Rejîma Îranê heta niha bersiva pirsiyarên Ajansê yên li derheq çavkaniya Uraniyomê di binkeyên veşartî yên navkî nedaye û di rewşek gelek xerab digel Îranê de ne”.