Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Robert Malley: “Îran digel agir dilîze”

12:01 - 28 Kanûna pêşîn 2021

Nûnerê taybet yê Amerîkayê li karûbarên rejîma Îranê,“Robert Malley”: Çalakiyên rejîma Îranê di navçeya Rojhilata Navîn de tûnd hesibandin û got: “Îran di hesabên xwe de şaş e û digel agir dilîz e”.

Roja Dûşemî 27`ê Kanûna Pêşîn, navbirî di hevpeyvînekê de digel belavoka “The New Yorker” got: Rejîma Îranê daye xuya ku ji bernameyên mûşekiyên xwe wek alavek bo gefxwarin li dijî welatên cîran mifahê jê werdigre”.

Fermanderê Hêzên Navendî yê Amerîkayê(United States Central Command) “Kenneth F. McKenzie” jî di vê derheqê de , îşare bi êrîşên Îranê bo ser binkeya “Eyn el-Esed” kiriye û gotiye bernameyên moşekiyên Îranê li ser Rojhilata Navîn bûne bi gefên metirsîdar.

Herwisa navbirî got: “Rejîma Îranê şiyanek a bihêz bo êrîşkirin li dijî Îsra`îlê heye û dikare êrîşên gelek  hûr û di asteke bilind di navçeya Rojhilata Navîne de encam bide”.

Di beşeke din a rapora belavoka “The New Yorker” de hatiye ku: Rejîma Îranê, ji navçeya “Elbo Kemal” a Sûriyê weke navendek bona qaçaxa mûşek û teknolojiya leşkeriya xwe bo milîşên xwe bi taybet Hizbulaha Lubnanê mifahê jê verdigire.

Usi Robin berpirsê berê yê Saziya Berevaniya Moşekî yê Îsra`îlê jî gotiye:Bernameyên moşekî ên Îranê ji bernameyên Pakistanê pêşkeftîtrin û hin karnasên din jî di gotûbêja digel belavoka ”The New Yorker”,de dane zanîn ku hin moşekên Îranê ji moşekên Koreya Bakûr jî baştirin.