Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Robert Malley” li derheq Îranê digel Wezîrê Derve yê Erebistanê hevdîtin kir

11:29 - 21 Çirriya pêşîn 2021

Serokê Ofîsa Karûbarên Îranê li Wezareta Derve ya Amerîkayê “Robert Malley” di hevdîtina xwe digel Wezîrê Derve yê Erebistanê “Feysel Bin Ferhan” li Erebistanê li ser pirsgirêkên Îranê axivîn.

Di wê hevdîtinê de li ser pirsgirêkên bernameya navkiya Îranê, piştevaniya rejîma Îranê li girûpên terorîstî û herwisa destêwerdanên rejîma Îranê li aloziyên Rojhilata Navîn axavtin hatine kirin û “Robert Malley” ragihandiye ku ger rejîma Îranê neyê ser maseya danûstandinên Bercamê, gelek bijardeyên din ji ber dest in.

Ajansa Nûçegihaniya Erebistanê ya bi navê “SPA”yê di vê derheqê de ragihand: “Mijara bingehîn a hevdîtina “Robert Malley” û “Feysel Bin Ferhan” li ser çalakiyên navkî yên rejîma Îranê û herwisa rola rejîma Îranê li alozkirina deverê de bûye”.

Herwisa wê Nûçegihaniya Erebistanê ragihand: “Di vê hevdîtinê de tekezî li ser karên hevpar li dijî piştevanîkirina rejîma Îranê li milîsên terorîst jî hatiye kirin”.

Rejîma Îranê bi alîkarîdanên bê sînor ên malî û cebilxane bo hûsiyan û girûpên din ên girêdayê xwe bi taybet li welatên Rojhilata Navîn ewlehî û aramaiya deverê xistiye metirsiyeke micid.