Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rohanî îtraf bi rewşa aloz ya aboriya dewletê dike

12:17 - 12 Gulan 2019

Kurdistanmedia: serkomarê rejîmê digel siyasetvanên rejîmê civiya.

 Roja Şemî 11`ê Gulana 2019`an Serkomarê rejîma Îslamî ya Îranê Hesen Rohanî, di civîna digel siyasetvanên rejîmê îtiraf bi rewşa aloz ya aboriya welat kir û daxwaz ji van kir da ku rêçareyekê bo derbazbûna vê tengahiya ku pisîra welat girtiye bibînin.

Rohanî di vê civînê de îtraf bi rewşa aloz ya welat kir û got: Em di rewşke dijiwar de ne, baykudên niha yên dema şerê di dinavbera Îran û Îraqê de zêdetirin, û bo derbazbûna li vê rewşê dibe rêçareyekê bibînin.

Ev axavtinên Rohanî di demekê de ne ku, di rejîma Îranê de, dezgehên wekî: Hêzên leşkerî, Dezgeha Dadwerî, Dendûreng û hejmareke navendên aborî yên din li jêr çavdêriya rêberê rejîma Îslamî de ne, di vê nîvekê de serkomar tenê leystoke (erosek) li destê rêber de, tu desthilatek nine û ev rêberê rejîm ye ku biryardere.

Herwisa biryarên giran û bingehîn yên derheq hewza siyasetên derve Velî Feqîhe ku dide.

Vekişiyana Amerîakyê ji lihevkirina Bercamê(navikî) ya digel rejîma Îranê, û çalakkirina dorpêçên aborî lidijî vê rejîma dîktator û gendel, rewşa aboriya welat rojroj xirabtir kiriye û nirxên tiştan rojroj û bi awayekî heyrîmay bilind dibin.

Herwisa hevwelatiyan bi sedema bilindbûna çend hember ya nirxan û betalbûna navendên Pîşeyî û rewaş aloz ya aboriya welat, ev çend salin bi lidarxistina meşan nerazîbûnên xwe lidijî nerpirsbûna rayedarên rejîmê li hemberî pirsgirêkên welat de tînên ziman.