
Parêzgeha “Kirmaşan”ê yek ji wan parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ye ku rastî bilind bûneke zêde ya bilindbûna nirxa xwarinan û herwisa rastî hejariyê hatiye.
Sedema bilind bûna xwarinan di wê parêzgehê de bi taybet di bajarê “Kirmaşan”ê de nebûna çavedêrî bo kontrolkirina nirxan û diyarîkirina yekcarî bo nirxa xwarinan vedigere ser sedemên bilindbûna nirxan û bûye sedema daketina şiyana kirîn a xelkê û herwisa bûye sedema kêmbûna dahata wan û xercekî zêde li ser xelkê
Daketina nirxa Tumen û bilind bûna nirxa Dolar bûye derfetek bo kesên derfetçî ku di wê parêzgehê de nirxa xwarinan bilind bikin.
Siyaseta sîstematîk a rejîma Îranê bo zordarîkirin li ser netewa Kurd di tev aliyan ve bi taybet di warê aborî ve bûye sedema bilindbûna nirxa kelû pel û xwarinan.