Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja Ala Kurdistanê cem hemî Kurdan, Rojekî pîroze

11:08 - 17 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Îro 26ê Sermawezê, di hemberî  17ê Kanûna Pêşîn, Roja Ala ya Kurdistanê ye û cem her Kurdekî welatparêz we tête Pîrozkirin.

Li Kurdistanê, Îro weke Roja Ala ya Kurdistanê hatiye diyarîkirin ku hemi Kurd şanaziyê pê dikin û xevna Dewlet bûnê pêre dibînin ku rojekê Ala Kurdan jî di nava Ala Netewên Xwedî serverî de bête hildanê.

Ala Kurdistanê Roja 26ê Sermaweza 1324 ê piştî evê ku li Bajarê Mehabadê de, ji aliyê parek ji xortên çekdare Kurd ku endam û alîgirên Hizba Demokrat bûn, dest bi ser dawî binkeyê rejîma Îranê de girtin, Ala Kurdistanê hate hildanê.

Her hemen Rojê ji aliyê Hizba Demokrat ew hem nave Pêşmerge bo çekdarê şorişvanê Kurd hate diyarî kirin, hem bi boneya hildana Ala Kurdistanê, ew Roje weke roja Ala Kurdan hate diyarî kirin.

Piştî 36 rojan û ragihandina Komara Kurdistanê, heman Ala bû Ala fermî ya Dewleta Kurdistanê.

Li Parlemana Herêma Kurdistana Başûr de jî  ev Ala bi awayekî fermî, bi hinek gohorînê, weke Ala Kurdistanê hate pejirandin.

PDKÎ jî di Kongira xwe ya 13ê de heman Ala weke Ala Kurdan pejirand.

Ala Kurdistanê niha li her çwar percent Kurdistanê û ji aliyê gelê Kurd we bi Ala Kurdistanê tête naskirin.

Bi taybetî ev Roje li Herêma Kurdistana Başûr, hemi Salê tête pîrozkirin.