Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja Alaya Kurdistanê di Holendayê de birêveçû

11:31 - 23 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Rêûresma Alaya Kurdistanê bi amadebûna nûnerên Partiyên Kurdistanê û hejmarek zaf ji Kurdên rûniştî yên welatê Holendayê û bi xwanexwêtiya “Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê”, birêveçû.

Roja Şemî, 30`ê Sermawzê (21`ê Kanûna Pêşîn), li bajarê “Arnhêm” ya welatê Holendayê, rêresmek bi minasibeta roja Alaya Kurdistanê birêveçû.

Rêûresma Alaya Kurdistanê bi amadebûna nûnerên Partiyên Kurdistanê û hejmarek zaf ji Kurdên rûniştî yên welatê Holendayê û bi xwanexwêtiya “Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê” birêveçû.

Rêûresim bi Sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij ê Şehîdên Kurd û Kurdistanê destpêkir.

Piştre ji aliyê “Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê” ve tevî bixêrhatina mêvanên rêûresmê, basek li ser roja Alaya Kurdistanê pêşkêşê amadebûyan kir.

Paşê peyama “Komîteya Hevkarî ya Partiyên Kurdistanê”, ji aliyê “Hesen Mecîdî” berpirsê Komîteya PDKÎ ve li welatê Holendayê pêşkêşî amadebûyên rêûresmê kir.

Navbirî di parek ji gotinên xwe de, îşare bi vê yekê kir ku hekî Ala milkê ti aliyekî nîne, lê şanaziya wê digere ser avakerê wê, ku ev jî PDKÎ ye, PDKÎ, Partiyeke ku di 26`ê Sermaweza sala 1324 a rojî de, heya niha kariye wê Alayê, bi emanet biparêz e û bona bilindragirtina wê alayê, çemeke xwîn bo daye, navbirî di dawiya gotinên xwe de, roja 26`ê Sermawezê, wekî roja Ala û roja Pêşmergê Kurdistanê, pîrozbahî ji gelê Kurd kir.

Dawiya rêûresmê, bi gotina çend sitran ji aliyê hozan “Xeyro” ve piştî 3 demjimêran dawî pêhat.