Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja cîhanî ya Bêwejinan û awriyek kurt

14:10 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2014

Rûnak Fethî

Rêxistina Neteweyên Yekgirtî roja 23’ê Juni(2’ê Pûşperê)a hemû salekê weke roja cîhanî ya bêwejinan diyarî kiriye. Yek ji wan texên jinan ku bi awayek berdewam maf û azadiyên wan ên bingehîn di civakên curbicur û bitaybetî civakên ku kêmtir pêşkevtî û di halê pêşkevtin dene tên binpêkirin, mafên jinan e.

Her li vê dîtingehê ve rêxistina “NY” bi merema dawî anîn bi vê rewşa dijwar û, nehêlana binpêkirina berdevam a mafên mirovîn ên bêwejinan, roja han diyarî kiriye da ku ji vê rêyê ve, asta piştevanî û alîkariyên nawnetewî di rasteya nehêlana pêşêlkariyên maf û serbestiyên bêwejinan,zêdetir bike.

Li gorî rapora “NY” di welatên di halê geşekirinê de û yan jî kêmtir geşekiriî de, maf û azadiyên tu tex û qatek din bi qasê texa jinan nahê binpêkirin.

Di vê raporê de ku rewşa 25 salên borî ên jinan li xwe digire, pêdagirî li ser ducarîbûna binpêkariyên mafên mirovî ên bêwejinan hatiye kirin. Diyare amarên eşkere derheq rewşa nebaş a bêwejinan di welatên di halê geşekirinê de, bi sedema nebûna zanyariyên dirust û cihê baweriyê, cardin rewşa nebaş ya bêwejinan du hemberî xirabtir dike.

Lê di welatên pêşkevtî de zaniyariyên hûr derbarê temen, rêjeya bêwejinan û bi giştî rewşa jiyana wan ji hemû aliyekê ve heye.

Lewra rêxistina NY berbirûbûna tevî ferqûcudahiyên mafên bêwejinan di welatên di halê pêşkevtinê de weke ewleviyeta yekem liber çav digire.

Bi sedema ferqûcudahiyên civakî, kolturî û siyasî, dîtingeha civakên curbicur derheq jinan bi giştî û bêwejinan bi taybetî ciyawaz e. Di civakên ku sîstemek demokratîk hatiye binyatnan, takên civakê bê ferq û cudahî ji aliyê deshilat û yasayê ve, mafên wan hatine parastin û tiştek bi navê binpêkirina mafên bêwejinan, têde cihê heyrîman ê ye, jiber ku di sîstemên weha de her takekî mafê diyarîkirin û hilbijartina adaz heye derheq çawaniya diyarîkirina jiyana xwe û, xwediyê xweseriya biryardanê ye.

Bêwejin di van welatan de di pêvajoya pêşkevtin û geşekirina civakê de, di hemû astên curbicur de xwediyê bandora xwe ya taybet in.

Lê em dibînin ku beravajî welatê demokratîk, welatên ku sîstema dashilatdariya wan liser bingeha ol û îdeolojiya req û nedemokratîk e, bitaybetî welatên rojhilata navîn, netenê dîtingehek sunetî û parvemayî li hember mafên bêwejinan hene, belkî maf û azadiyên hemû takên civakê tên binpêkirin.

Di wan civakan de jin weke takek azad û xweser di mafê diyarîkirin û hilbijartina şewaza jiyana xwe bi tewahî xweser nînin, bitaybetî bêwejin tewî gellek asteng û pirsgirêkên civakî, kulturî, aborî û yasayî berbirû dibin.

Mafên wan dibine goriyên dab û nerîtên parvemayî ên civakî. Hekî bi her sedemekê dawî bi jiyana hevpar a jinekê bê, vêca çi sedem jin be û yan jî sedem mêr be, jin ji aliyê civakê ve bi çavek nerênî lê tê nêrîn û berdewam dikeve ber tan û teşerên derdora xwe.

Eva di demekê de ye ku tenê dîtingeha kulturî û parvemayî ya civakê niye ku mafên bêwejinan binpê dike, belkî bêwejin bi sedema nebûna derfetên kar û aboriyek xweser, jiyana xwe bi destengê û hejariyî derbaz dike, bitaybetî jinên ku hevjînê xwe jidest didin, neçar in ku zarokên xwe di rewşek nebaş de perwerde bikin û weke amrazek bona peydakirina nanê rojê, karê bi zarokên xwe bidin kirin.

Li gorî serhejmêriya sala 2013’an ku ji aliyê sekreterê rêxistina NY û sindûqa pere ya ser bi vê rêxistinê ve hat ragehandin, nêzîk bi 115 milyon bêwejin di hejariyê de jiyana xwe derbaz dikin û herweha 81 milyon bêwejin bi destê destdirêjî û azarên cismî ve dinalînin.

Eva cuda ji vê yekê ye ku bêwejin di welatên şerlêdayî de, goriyên sereke ên şer, destdrêjiyên cinsî, bidîl girtin, aware bûn û jinavbirinê ne.
Tenê ev yek maye ku em bêjin, serbarê ve ku rêxistina NY, roja bêwejinan bi merema jinavbireina hemû wan bê edaletiyên civakî û pêşêlkariyên ku derheq bi vê texa civakê tê kirin diyarî kiriye, Lê hej binpêkirin û perawêz xistina maf û azadiyên bêwejinan, her berdewam e û bi tewahî ji aliyê civakan ve nehatiye qebûlkirin.

Wî çaxî bi giştî maf û xwastekên jinan di civakekê de tê dabinkirin ku, weke mirovekî rêz ji kesatî û kerameta wê bê girtin û derfetek azad û wekhev ji wan re bê dayîn û, di vê peywendiyê de asta hoşyarî û rewşenbîriya civakê û herweha nemana eqliyeta mêrsalariyê tevî hebûna yasayek dadperwer û yeksanşxwaz, dikare cihê ferqûcudahiyên xirab bide mirovsalarî, azadî û serbestiya hemû takên civakê.