Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja cîhanî ya jîngehê

13:09 - 28 Hezîran 2014

Îdrîs Sitwet

Parastina jîngehê, pêk tê jî parastina hemû çavkaniyên bingehîn ên xwezayî, ji wan madeyên zirardar, ku bo jiyana hemû jîndarên ser erdê hewce ye.

Metirsiyên germbûna topa erdê, heliyana cemedan, zêdebûna fabrîkeyan û gazên kîmyayî û trombêlan, û zêdebûna nifûs û ...hwe, ku bandora xwe li ser pîsbûna rewşa hewa û jîngehê heye, û niha parastina jîngehê bûye hewcehiyek bo parastina hemû akinciyên cîhanê.

Rêkxirawa NY 42 salan berî niha, di 5’ê Hezîrana sala 1972’an de, konferansek li jêr navê mirov û jîngehê li welatê Siwîdê û li bajarê Stokholmê bi rêve bir, û ew roj wek roja jîngehê bi nav kir, û hevdem di gel vê konferansê, NY programek bi navê UNEP (Pirograma jîngehparêziya NY) pesend kir, bona vê ku mirov bi bernameyeke bi bandortir bo parastina jîngehê çalakiyan ji xwe nîşan bidin, û vê rêkxirawê hemû salê bona çalakkirina hêz û şiyana mirov bi armanca xatircem bûn ji berbirûbûna tewahiya neteweyên cîhan, bo pêşerojeke bi tenahî, aram, û pirr ji xweşbextî û hilmijîna hewayekî salim bo jîndaran di jîngehê de, rêûresmên berfireh û curbicur wek rêpîvan, baskilsiwarî, û birêvebrina konsertên kesk, pêşbirkiyên wênekêşanê, mijarnivîsî, darçandin û paqijkirin û ....hwd pêk tîne, û armanc ji pêkanîna van rê û resman, agehdarkirina xelkê bo jîngehparêzî û pêşgirtin ji pîsbûna hewayê ye, û heya niha di cîhanê de çendîn konferans bo parastina jîngehê pêk hatine, û hemû salê bo parastina jîngehê rêz ji vê rojê tê girtin, lê serbarê van çalakiyan ku hemû salekê ji aliyê jîngehparêzan ve bo jîngehparêziyê tê kirin, dîsan eşkere dibe ku niha jî germaya topa erdê û heliyana cemedan û hebûna gaza kîmyayî metirsiyeke sereke ye bo ser jîndaran, û sedema sereke jî destêwerdana mirov e li xwezayê, û sedema xolqandinê ye bo bidestxistina berhema hewce û sermaye û bazerganîkirinê. Di cîhana îro de hemû welatek, hemû sîstemeke siyasî, hemû partiyek, beşeke peyrew û pirogramên xwe bo jîngehparêzî, yan siyaseta jîngehparêziyê dadinên, ew jî bi vê sedemê ku jîngehparêzî bûye hewcehiyeke serdem a civakê, û wek hemû beşên din giring e.

Ew jîngeha ku em basê dikin li welateke wek Îranê de, sadetirîn û bê buhatirîn rol pê hatiye dan, û deshilatdarên Îranê bûne sebebkarê xirabkirina jîngehê li Îran û Kurdistanê.

Metirsiyên deshilatdarên rejîma Îranê bo jinavbirina xweza û jîngeha Kurdistanê, bo mînak hişikbûna gola Urmiyê, û egera jinavçûna gola Zirêbar û birîna daristanan û şewitandina wan.

Roj nine ku nûçeya jinavbirina daristan û şewitandina wan li herêmên curbicur ên Kurdistanê, bi armanca bazerganîkirin û jinavbirina wan, bilav nebe, ku ew jî bandorê li ser kêmbûna jîndarên avî û ser zewî, dadinên, û jîngehê ber bi jinavçûnê ve dibin.

Li Kurdistana Îranê bi sedema van kiryarên li dijî jîngehê ku ji aliyê deshilatdarên Îranê ve bi awayên armancdar derheq jîngehê ve têne kirin, xelkê Kurdistanê bi neçar û bo parêzgarî ji jîngehê, bi awayekî xwerist beşdariyê li helmeta jîngehparêziyê de, ew jî bi awayekî çalak, wek darçandin, û paqijkirina seyrangehan û azadkirina ajelên çiyayî dikin, û niha bi xweşî ve dehan rêkxirawên xwerist ên jîngehparêz li Kurdistana Îranê hatine avakirin.
Di rastî de sedema jinavbirina xwezaya Kurdistanê, û hişikbûna golan, û hişîkbûna daristanê, vedigere bo giringînedan bi xwezaya Kurdistanê, ji aliyê deshilatdarên Îranê ji aliyekî, û ji aliyekî din ve, dijayetîkirina digel Kurdistanê wek Kurd.