Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja cîhanî ya kedkaran û rewşa xirap ya kedkarên Îranê

13:40 - 10 Gulan 2014

Dara Natiq

Civatgeha mirovahiyê di 1’ê meha gulana hemû salekê de, bi birêvebirina çalakiyên curbicur û bi bîranîna vê rojê, rêz ji dîroka pirr ji êş û azara xebat û tekoşîna mafgxwazane ya kedkaran digrin û bi taybetî qata kedkar ji bo parastin û bidestxistina mafên rewa ên xwe, bi awayeke ektîvtir ji texên din di qada van çalakiyan de derdikevin. Bîroke û binavkirina vê rojê wekî roja kedkar vedigere bû yekemîn rêpêvîna nerizayetiya kedkaran di 26’ê Adara 1886’an de ji bo bergirî ji mafên xcwe û piştre di 1’ê meha Gulana 1886’an de, bi hezraan kedkarên Şîkagoya Amerîkayê bi rêxistina meşên nerazîbûnê li dijî asta xirapa rewşa jiyanê û kêm dahatiya xwe, rijiyane ser çeqaman û li encama pevçûna di gel hêzên polîs de bi dehan kedkar hatin kuştin û birîndar bûn. Piştî sê salan, di duyemîn kongireya Înternasyonala kedkarî de biryar hate dan ku bona bilindragirtina yad û bîranîna goriyên 1’ê Gulanê ew roj wek roja cîhanî ya kedkaran were nas kirin. piştre bi geşekirina nawenda taybet bi mafê kedkaran di piraniya welatên cîhanê de, yasayên kar guhertin bi ser de hat û çêtir bû. Lê mixabin di Îranê de, cuda ji serjut û jinavbirina her terze boçûneke hizrî û siyasî, di biyavê aborî de jî, civak kiriye qada zêdexwaziya rayedarên vê rejîmê, ûmirov jî kirine emraza berhevkirina hez û mezinxwaziyên xwe. Nebûna nawendên serbixwe ku berevankarê mafê kedkaran bin, nebûna yasayeke taybet bi kar li gorî nor û standarsên cîhanî, û giraniya tiştan û bêkarî û nebûna garanitiya kar, nebûna bîmeya kar, kêmiya heqdest, hejarî û xirapiya asta jiyana, ew kêş û pirsgirk in ku civaka Îranê bi giştî û bi taybetî qata kedkar pêve dinalînin.
Li gorî rapora rêkxirawên cîhanî ên taybet bi mafê kedkaran, Îran yek ji welatên herî metirsîdar bo kedkaran e. Bi sedema gemaroyên ser Îranê roj bi roj rewaş aborî xiraptir dibe. Herwisa li gorî rapora rêkxirawa cîhanî her niha 18 milyon kes li jêr hêla hejariyê de dijîn. Rêjeya bêkarî berdewam di zêdebûnê de ye, û ran niha li rêzbenda 18’emîn welatê cîhanê de ye, ku zêdetirîn bêkarî têde heye.

Li gorî serjimêriyan Îran di warê enfilasiyonê de, di nava 221 welatên cîhanê de, di refa çaremîn de cih digre. Di warê derfeta kar de di rêzbenda 152’emîn welatê cîhanê de ye. nirxa perê Îranê di rêzbenda 3’ê ya perên bi buha ên cîhanê de ye. di biyavê azadiya aborî de jî, 173’emîn welatê cîhanê ye. Di warê rehetî û çawaniya jiyanê de, xelkê ranê di refa 150’emîn welatê cîhanê de ye. di heyama çend salên borî de, bi dehan karxane hatin daxistin û bi hezaran kedkar hatin bêkar kirin û li ser kar hatin derxistin. Her li gorî serjimêriyên hikûmetî, bi awayekî navincî, rojane şeş kedkar bi sedemabûyerên curbicur canê xwe ji dest didin. Di Kurdistanê de jî tevî zulm û stema neteweyî, xelkê Kurdistan bi giştî û qata kedkar bi taybetî di rewşeke xirap ya aborî de jiyana xwe deiborînin.

Rêjeya bêkarî li bajarên Kurdisanê de çend qat zêde kiriye, tenê li parêzgeha Sine de, li gorî serjimêriyên hiukûmetî zêdetir ji 150 hezar kes bêkar e. Her li gorî nawenda Ajansa Kurdpa, di sala borî de zêdetir ji sed kedkarênKurd di herêmên Kurdakincî ên Îranê de, bi bûyerên kar canê xwe ji dest dane, nêzîkî 600 kedkarên kurd ji aliyê xwedî karan ve li ser kar hatine derkirin, û beşek ji wan jî, ji mafê bîme hatine bê parkirin. Li gorî madeya 29’ê ya yasaya kar ya Îranê her kedkarek ku di rojê de, heşt demjimêran kar dike, hewce ye ku “bîmeya Omr” pê bihê dan, lê beşek berçav ji kedkaran nahêne bîmekirin û nawendên pêwendîdar jî tu lêpirsînekê nakin. B sedema nebûna derfeta Kar, kedkarên Kurd rû li derveyî sînorên welat dikin û bi rewşeke nebaş re berbirû ne, bi awayekî ku tenê di sala borî de, di herêma KURDISTANÊ ZÊDETIR JI DEH KEDKARÊN Kurd, bi bûyerên kar canê xwe ji dest dane.

Nebûna yasa û rêsayekê ku mafên kedkaran desteber bike, û ji aliyek din ve siyasîkirina mafê kedkaran astenga sereke li pêşberî vê qatê di civaka Kurdistanê de ye, ku bi berdewamî ji aliyê dewlet û xwedî karan ve têne çewsandin.

Em diakrin bêjin ku rewşa pirr kirîz ya Îranê rewşa kedkaran di warê jiyanê de, bi metirsiyan re berbirû kiriye. Şikestxwarina nawendên berhemanîn û ne cihgiriya aborî û lio ser kar derkirina kedkaran û daxistina kargehan û paşxistina heqdestê kedkaran, pêla bêkariya di vî welatî de zêde kiriye. Hemû evane berhema siyaseta ne zanistî û çewt û pawanxwazî ya komek mirovên bîrteng ên sedsalên navîn e, ku bi zorî xwe bi ser civka me de sepandine.