Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja cîhanî ya penaberan, û rewşa wan di Îranê de

13:27 - 28 Hezîran 2014

Arif Vêlzî

Sala 1951’an wate 63 salî berî niha neteweyên Yekbûyî roja 20’ê Hezîranê wekî roja Penaber diyarî kir, û konvansioyona taybet bi mafê penaberan bi navê UNHCR ava kir. Diyar e ku hevdem di gel diyarîkirina vê roja cîhanî, her ji aliyê konvansiyonê ve hinek pêwer û pênaseyên taybet di derheqê penaberan di cîhanê de hatin kirin, bi vê manayê ku li gorî pênaseya konvansiyonê penaber bi kesekî tê gotin ku bi sedema cudahiya regezî, mesebî, neteweyî û yan endametiya di girûpa yan partiyeke siyasî yan civakî, rû li derveyî welat dike, û bi sedema tirs ji azar û îşkence, û heya kuştinê razî bi vegeriyana bo welatê xwe nabe.

Li hemberî vê yekê de jî, erka li ser milê hemû welatên endam li konvansiyona taybet bi penaberan e ku li gorî yasa û rênimayiyên xwe, moleta mana berdewam wate îqame, bidin xwazyarên penaberiyê bona vê ku bikarin bigihîjin gellek mafên mirovî, û hemwelatîbûnê weke azadiya ra derbirîn, û xwendin û nivîsîn û azadiya hatûçûn û karê fermî û mafê xwe berbijarkirin û ..hwd.

Bi berçavgirtina van eslan, komara Îslamiya Îranê yek ji wan welatan e ku konvansiyona taybet bi penaberan wajû kiriye, lê em dibînin ku berçavgirtin û girêdayîbûn bi made û bendên konvansiyonê di vî welatî de, li asta xwe ya herî nizim de ye.

Bo mînak em dikarin qala penaberên Efxanî di Îranê de bikin ku li rewşa herî xirap ya jiyanê de dijîn, û heya ji mafên herî destpêkî ên weke xwendin û xwarin û perwerdeyê bê par in, û rojane jî nûçeya bidarvekirinê li jêr navên curbicur û bazerganîkirina bi jin û zarokên penaber li Îranê serdêra piraniya medyayên navxweyî û derveyî ên welat e.

Heya kar gihîştiye cihekî ku di çend rojên borî de eşkere bû ku Komara Îslamniya Îranê li afirandina herî nû ya terorîstî ya xwe de, piştî hînkirina di warê leşkerî û şerkirinê de, penaberên Efxanî bi armanca karê terorîstî û emeliyatên xwekujî, dişîne bo welatê Sûriyê.
Lê xala sereke û cihê baldanê eva ye ku welatê Îranê bi hemû netewe û olên xwe ve, serbarê hebûna vê jêrxana aborî ya dewlemend û bi hêz ku di cîhanê de bê mînak e, bi sedema siyaseta şaş ya deshilatdarên hikûmeta Tehranê, li derheq hewlên şovînî bona asîmîlekirina regezî û çandî ya neteweyên cuda ji neteweya serdest, û herwisa bi sedema kirîza aboriya welat û serkuta bê rehmane ya cudabîran, yek ji wan welatan e ku xelkê wê, rêjeya herî zêde ya penaberan ber bi derveyî sînorên xwe, û bi taybetî welatên Rojavayî pêk tîne.

Lewra diyardeya helatina mêjiyan çemkek e ku ji bo me hemiyan ne tişteke nû ye, û bi başî em dizanin sedemên wek geşekirina madeyên hişber, nebûnba azdiyên curbicur, gendeliya siyasî, aborî û îdarî, cudahî bi hemû şêwazên xwe ve, bê dadî, nebûna derfeta kar, giraniya rojbiroj û dahata kêm, seqetbûna sîstema perwerde û gellek sedemên din, bûne palderek, ku hêza şareza û pispor, û xwediyê bawernameyan, û yan bi gotineke din, ew mêjiyên ku sermaye û garantiya pêşeroja Îranê ne, bona bijîva jiyanê û xwenîşandan û vegerxistina hêz û şiaynên xwe rû li wlatên pêşkevtî bikin, bê guman eva karesatek e ku her di destpêka serhildana xwe de, şarezayên karûbarên aborî û civakî hişdariya vê yekê dan ku diyardeya helatina mêjiyan cuda ji vê ku dibe sedema jidestçûna hêza pispor û lêhatî ku dikare roleke giring li perwerde û weke pispor hînkirina nifşên piştî xwe bibînin, dibe sedema zirar û ziyanek zaf ya madî, ku şûnwarên wê bo heyameke zaf li ser leşê aboriya welat dimîne.

Her di vê rastayê de jî bû ku sindûqa navneteweyî ya pere ragehand ku salane zêdetir ji 150 hezar xwendekar ji Îranê derdikevin, û eva jî li her salekê de zêdetir ji 150 milyard dolar zirarê li aboriya welat dide, û rejîm jî amade nine ku avriyeke herî kêm jî, li vê meselê bide.