Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja cîhanî ya piştevanî ji goriyên îşkencê

14:28 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2014

Dara Natiq

Rêxistina Neteweyên Yekgirtî bi awayek fermî, di sala 1997’an de, bi merema nehêlana îşkence û tewahiya curên riftarên tundûtûj û dije mirovî, roja 26’ê heyva Hezîranê weke roja cîhanî a nehêlana îşkence û piştevanî ji goriyên îşkencê ragehand û, her li gorî madeya yekemîn a vê konwansyonê, her cure îşkenceyek bi merema îfade wergirtin û wergirtina zaniyariyan li kesê destbiserkirî qedexe hate ragehandin. Serbarê vê pêngavê jî, heya niha diyardeya îşkencê bi awayên hovane weke beşek ji sîstema dadwerî a gellek welatan ku yek ji wan welatê dîktator û dije mirovî a Komara Îslamî ya Îranê ye, her birêve diçe.

Li gorî rapora rêxisrtina lêbûrîna nawnetewî, di zêdetir ji 111 welatên cîhanê de bi awayek sîstimatî îşkence berdewam e û di vê navberê de jî, Îran di pileya yekemî de ye û heya niha jî nêzîk 50 welatên cîhanê bitaybet welatê Îranê konwansyona cîhanî a nehêlana îşkencê û piştevanî ji goriyên îşkencê, vaju nekiriye.
Di girtîgehên Îranê de wergirtina îfadê bi zorî û bi neçarî ji rêya îşkence û lêdana bi qemçiyan, ragirtina di silûlên tarî û takekesî de, îşkenceya cesteyî û derûnî, destdrêjiyên cinsî û birrîna endamên leşê mirov li ser bingeha bi gotinên wan olê Îslamê, ji wan îşkenceyan in ku rojane kesên destbiserkirî û bi taybetî girtiyên siyasî tevî wan berbirû ne.

Herweha rejîma Komara Îslamî îşkenceyên weke gef xwarin bi destdrêjiyên cinsî û desteserkirina endamê malbatê, belavkirina fayla dengê hevjînên girtiyan di odeyên lêkolînê de, birêvebirina şanoya îdamê ku bi îşkenceya Sipî tên naskirin, bi awayek berdewam bi armanca wergirtina îfade û wergirtina zaniyariyan li girtiyan mifahê werdigire.

Bê goman riftarên weha ên dezgehên serkutker ên rejîmê, tenanet pştî serbestberdana kesê girtî jî, bandorên nerênî li ser derûna wî kesî û malbata wî bicih dihêle û hejmarek nesaxiyên dirêj mide bi dû xwe re tîne. Ji aliyek din ve em rojane şahidê bireveçûna hukmê bidarvekirin û kevirbaran û birrîna endamên leşên xortên welatê xwe ne ku rejîm bi hêncetên curbicur û bi merema tirsandina xelk û civakê û herweha, tepeserkirina her cure dengek nerazî di Îranê de birêve dibe.

Di rastî de rejîma binav Îslamî ya Îranê her di despêkê de û bi fermana Xûmeynî, di pêxema parastina deshilata xwe a dîktatorane, siyaseta îşkence û bidarvekirinê weke yek ji bingehên sereke ên deshilata xwe diyarî kir û di dehsalên 60’an de bi dehan hizar ji xelkê bêtawan bi awayek herî hovane hatin îşkencekirin û bi hezaran kes jî bikom hatin bidarvekirin û ferman cîhad a li dijî Kurdan hat birêve çûn û siyaset han heya niha jî hêj berdewam e.

Her li gorî rapora rêxistina mafên mirovan, Îran niha di pileya yekemîn a rêzbenda wan welatan de ye ku îşkenceyên hovane û dirêjmideh birêve dibe.