Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja Pêşmergê li welatê Otrîşê hate pîrozkirin

16:33 - 16 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Bi hilkefta 26`ê Sermawezê, roja Pêşmergê Kurdistanê,  bi pişikdariya endam û alîgirên PDKÎ û nûnerên rêxistinên siyasî, li bajarê “Viyen”ê, rêûresmekê bi rêveçû.

Roja Şemmiyê, 23`ê Sermawezê, bona rêzgirtin ji Pêşmergên Kurdistanê û Kêmendamên wê partiyê, ji aliyî Komîta PDKÎ ve, rêûresmek bi pişikdariya endam û alîgirên PDKÎ û nûnerên rêxistinên siyasî yên Rojavaya Kurdistanê di bajarê “Viyen”ê de bi rêveçû.

Wê reûresimê bi sirûda netewiya “Ey Reqîb” û demek bêdengî bona rêzgirtin ji canê paqije Şehîdên Kurd û Kurdistanê, destpêkir.

Di wê reûresmê de” Husêyn Xalxal”, endamê Komita PDKÎ ê, tevî bi xêrhatina pişikdaran, pirozbahiya roja Pêşmergê Kurdistanê û kêmendamên PDKÎ kir.

Piştre bi pêşkêşkirina çend sirûdên niştîmanperwerî û sitranên şad, ji aliyê “Saman Ebasî” û girûpa mûzîka Çarçira ve, rêûresim hate xemilandin.

Cihê wê rêûresmê bi pûstêrên Şehîdên Mezin, Pêşewa Qazî Mihemed, Şehîd Dr. Ebdulrehman Qasimlo, Şehîd Dr. Sadiq Şerefkendî, Ala Kurdistanê û Arma PDKÎ, hatibû xemilandinê.

Her wisa wêneyên Pêşmerge, Fêrgeha Pêşmerge, avayê hînkarî û perwerdeya Pêşmerge, bi şêweya “Silayd”, di salonê de, hatine nîşandanê.